Walî Mûtlû: Parka Gezî sibe vedibe
Walî Mûtlû: Parka Gezî sibe vedibe
Walî Mûtlû: Parka Gezî sibe vedibe
Parka Gezî ya ku 15’ê Hezîranê ji aliyê polîsan ve bimeşandina terorê valekir û dagirkir, Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû got, dê sibe Parka Gezî vebe.
Parka Gezî ya ku darên wê jê hatin derxistin û xwestin Qişlaya Topçû lê avabikin, gel dest bi protestoyan kir û piştî demek kurt li tevayî Tirkiyeyê belavbû, piştî terora polîsan ya 15’ê Hezîranê hatibû girtin dê sibe vebibe.
15’ê Hezîranê polîsên ku ketibûn Parka Gezî, kon şewitandibûn û bibombeyên gazê dawî li çalakiyê anîbûn. Ji wê rojê heya niha park di dagirkeriya polîsan de ye.
Walî Huseyîn Avnî Mûtlû diyarkir ku, li Parka Gezî xebatên çandina daran û gulan xilas bûye û got, sibe Parka Gezî dê vebibe.
Duh bi banga platforma Piştevaniya Taksîmê bi hezaran kes, li Qada Taksîmê kom bibûn, lê belê polîsan destûr nedabû çalakvan bikevin Parka Gezî. Polîsên ku li ser Rêyên îstîklal û Siraselvîlerê bibombeyên gazê û ava şid êrîşî çalakvana kirin, zêdetirî 50 kesan birîndar bibûn.