Walî Mûtlû dixwaze çalakvana ‘enterne bike’
Walî Mûtlû dixwaze çalakvana ‘enterne bike’
Walî Mûtlû dixwaze çalakvana ‘enterne bike’
Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû di civîna çapemeniyê ya têkildarî berxwedana Taksîmê li darxistî de, gotina Serokwezîrê Tirk Erdogan ya her tim dibêje komên “marjînal” êrîşî polîsan kir, piştê wê polîsan mudaxele kir. Daxuyaniya Mûtlû ya “di aliyê ewlehiya canê zarokan de fikarên min yên cidî hene” fikar çêkirin.
Walî Mûtlû hewil dide êrîşa polîsan weke “bi êrîşa komên marjînal” destpêkir, Mûtlû diyarkir ku, heta ku ewlekarî tam tê pêkanîn em ji gelê xwe yê Stenbolê rica dikin ku, ji dervey komên marjînal li qadan nemînin.
HETA TÊNE ‘ENTERNE’ KIRIN…
Mûtlû ku dibêje “Heta ku qada Taksîmê ji komên marjînal tê enterne kirin ricayê ji gelê xwe dikim” gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Ji bo şev û roj tedbîr bêne girtin, ez rica dikim ku her kes alîkariyê bide hêzên emniyetê. Tedbîrên ku ji niha û pêve em pêkbînin, dê li ber çavê gelê xwe, li ber çavê çapemeniya civakî û di çarçoveya hiqûqî de bidin berdewam kirin.”
Walî Mûtlû da diyarkirin ku, ew dê li Taksîmê “biryarbûna xwe ya nayê têk birin” bidin berdewam kirin û gefa “Ez bitundî tavsiye dikim ku, komên marjînal paşde vegerin û bikevin nava hiqûqê de.”
GEFA “EWLEHIYA CAN”
Hişyariya Walî Mûtlû ya di mijara “ewlehiya can” de fikar zêde kirin. Mûtlû diyarkir ku, zarokên me yên li Parka Gezî jî dixin nava tengasiyan. Mûtlû îdiakir ku, “Di mijara ewlehiya canê zarokên me yên binirx de îstîxbaratên cidî di destê me de hene. Em dizanin çawa kon hatin şewitandin.” Û gefa “Tiştek biçûk jî bi serê wan were dê me hemûyan bi êşîne” fikar zêde kirin.