Walî gefa operasyonê li bikarhênerên înternetê kir

Walî gefa operasyonê li bikarhênerên înternetê kir

Piştî gefa Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya “ev kar bidawî bûye” Waliyê Stenbolê Avnî Huseyîn Mûtlû aşkera kir ku, ew dê li dijî tora civakî operasyonê li darxîne.

Li Taksîmê dijî berxwedana Parka Gezî êrîşên polîsan didomin, Waliyê Stenbolê Avnî Huseyîn Mûtlû ku gotibû “Dê mudaxeleyî Parka Gezî çênebe” gef li bikarhênerên înternetê kir.

Mûtlû got: “yekîneya rayedar ya emniyetê dê li dijî kesên ku hewil didin li ser înternetê têgînek şaş bidin çêkirin dê operasyonê bikin. Piştî vê pêvajoyê em dê destûrê nedin dîmên xirab kirina Qada Taksîmê.”

Li Îzmîrê roja 5’ê hezîranê bi îdiaya ku têkildarî berxwedana Parka Gezî di tora civakî ya malpera Twitterde peyam belavkirine, 34 kes hatibûn binçavkirin û ji wana 33 kes hatibûn berdan.

Roja 8’ê hezîranê jîli Edeneyê bi îdiaya ku têkildarî berxwedana Parka Gezî ya li Taksîmê di Twitter û Facbook’ê de peyam belavkirine û di çalakiyan de kevir avêtine polîsan 5 kes hatibûn binçavkirin.