Volvo dê 2 hezar kesan ji kar derxîne
Volvo dê 2 hezar kesan ji kar derxîne
Volvo dê 2 hezar kesan ji kar derxîne
Duyemîn markeya herî mezin a cîhanê ya wesayîtên giran Volvo Groûp a Swêdî da xuyakirin ku ji ber "windahiya berçav a karê" ewê dawî li karê 2 hezar karkeran bîne.
Kar a berçav a Koma Volvo weke 1,387 mîlyar kron (158 mîlyon Euro) hat destnîşankirin. Dema ev yek bi rûberiya 2 mîlyar kronî ku bendewariya analîstên ji Don Jones Newswires re axivî bû, tê kirin, derdikeve holê ku ji sedî 1 windahiya kar hatiye jiyîn. Bi 64,880 mîlyar kronî ya hecma kar re, ji sedî 5 kêm ket. Analîst li benda hecma kar a ji 67,7 mîlyarî bûn.
Di çarçoveya van encamên hatin pêşkêşkirin de, Volvo dest bi kêmkirina karkeran kir. Mîna ku dihat hêvîdkirin Koma Volvo di çarçoveya plana ji nû ve avakirinê ya meha Îlonê aşkera kir de, biryar da ku bandora xwe li 2 hezar karker û şêwirmendan kir.
Yekîneyên kar ên ji holê bên rakirin, ji sedî 2 ê efektîfên heyî yên komê ne. Koma Volvo xwedî 65 hezar û 400 karkerên bi heqdest û 17 hezar û 200 karker û şêwirmendên demî ye.
Volvo da xuyakirin ku di gelek bazarên wesayîtên giran de dê asta xwe ya sala 2013'an di sala 2014'an de jî biparêze û di çaryeka dawî ya sala 2013'an de dê rewş baştir bibe.