Viyanê bi pêtên agir rastî nivîsand

Viyanê bi pêtên agir rastî nivîsand

Viyan Soran evîndara gerîla û çiyan bû. Bê ku raweste hemû çiyayên Heftanîn diqûliband û bi her çiyayekî Kurdistanê re dilovan bû. Heyecana wê ya jiyanê, têkoşîna wê ya li hemberî kêmasiyan qet kêm nebû û her tim xwe nû dikir

Viyan Soran li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan agir berdide canê xwe û jiyana xwe jidest dide. Birûsekek veda nava dilê min    Tijî hest e, ev ve dan. Dil heye biqîre li asîman. Ne xema birûsk û hewariya xwezayê ye.  Tenê pêdivî heye ez dengê jinên mîna Viyan Soran bibihîzim.

Rastiya têkoşîna jinê dê tenê bibe rûpelek ji rûpelên dîrokê. Hinek jin hene çek girtine destê xwe û têkoşîn kirine, hinek jin hene di girtîgehan de dest bi rojiya mirine kirine û hinekan jî agir berdane canê xwe, çalakî kirine û li dijî dagirkeriyê helwesta xwe diyar kirine. Gerîlayên jin ên kurd bi hemû şêweyî têkoşîn kirine. Koletî nepejirandine, çavê xwe ji bilindahiya zinaran re negirtine û xwe ji zinaran de avêtine. Ji çek û xwînê netirsiyane û şer kirine, rojiya mirine ne xema wan e û heyanî dawiyê li ber xwe dane. Bombe bi canê xwe de teqandine û radest nebûne. Ji agir netirsiyane û agir berdane canê xwe. Dema mirov vê rastiyê di ber çavên xwe re derbas dike û xeyal dike, dibe ku mîna efsane ji mirov re bê, lê ev rastiyeke û bi destên jinên kurd hatiye nivîsandin. Gerîlaya kurd Viyan Soran jî bi pêtên agir ên canê xwe ev rastî nivîsandiye.

Gerîlaya kurd Viyan Soran a bi navê Leyla Walî Hisên sala 1991’an li Silêmaniyê ji dayik bûye. Malbata wê ne welatparêze û neh salan xwendiye. Lêgerînên wê yên jiyaneke azad, wê ber bi riya têkoşîne ve dibe û sala 1997’an tevli nava refên gerîla dibe. Piştî demekî li çiyan dimîne, li başûrê Kurdistanê xebatên gel dide meşandin û sala 2004’an cihê xwe di meclisa avakirina PKK’ê de digire.

 Heyecana çûyîna Bakur ji her demê zêdetir jê re mirad e û pêşniyar dike ku derbasî HPG’ê bibe. Gerîlayên wê dinasin, diyar kirin ku ew dema biçe Bakur ji kêfan firiyaye. Bawer nekiriye wê kengî berê xwe bide şîveriyên HPG’ê. Soran bi israra xwe sala 2005’an derbasî herêma Heftanînê dibe. 

 WÊ NIRX DIDA JIYANÊ

Viyan Soran evîndara gerîla û çiyan bû. Bê ku raweste hemû çiyayên Heftanîn diqûliband û bi her çiyayekî Kurdistanê re dilovan bû. Heyecana wê ya jiyanê, têkoşîna wê ya li beramberî kêmasiyan, kêm nebû. Her çavên wê dibiriqîn û bi jiyanê re diherikin.

Bi jiyana çiyan bawer bû. Kesek texmîn nedikir ku dê Viyan Soran li dijî tarîtiya meha Sibatê îsyan bike. Piştî dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan biryar dide ku li dijî Artêşa Tirk çalakiyeke fedaî pêk bine. Her ku sal derbas dibin ew hîn zêdetir bi vê armanca xwe ve tê kilîtkirin. Ev çalakî ji bo wê erkek bû. Berî ku çalakiya xwe bike name ji bo herkesî dinivîsîne û di nameyekî xwe de wiha dibêje; “Hevalno, dostno û jinên êş kişandî, ez jî îşev dixwazim çalakiyekê li dar bixim. Rica dikim, xem nexwin, ger hûn dixwazin fêm bikin min çima çalakî kiriye, nameyên min bidin hevalên min. Bila herkes bixwîne û kesek negirî. Ji ber ku ev plansaziya min a heft salan e û îro ez bi moralekî bilind çalakiya xwe li dar dixim. Ji ber min îxanet li xeyalên xwe nekir ez gelekî bextewar im. Ger ez vê çalakiya xwe biserbixînim, ez ê bibim keçeke gelê kurd a baş. Min dixwest ez di vê pêvajoyê de û li çiyan çalakiyekî wiha bikim. Bi navê min silavên min ji hemû hevalan re bêjin. Min dil hebû ez ji hemû hevalan re yek bi yek name binivîsînim û xatir ji wan bixwazim, lê belê nebû.”

KURD BI VIYAN RONÎ BÛN

Viyan Soran heyanî kêliya dawiyê berî ku çalakiya xwe pêk bîne, name dinivîsîne.

Di nameyên xwe de girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re wiha tîne ziman: “Rêber min; min te gelek caran di xewn û xeyalên xwe de dît û ez pir pê keyfxweş bûm. Lê ya rastî ez nikarim hemû hest û ramanên xwe der barê we de bînim ziman. Piştî sala 1999’an şûnde rastiyek di mêjiyê min de deng veda ew jî ev e; dîlgirtina mirovekî mezin ê mîna te, bê edaletiyeke mezin e û min nedikarî ez vê yekê bipejirînim.”

Viyan Soran nêzî 12 şevan amadekariya xwe dike û bîdonê benzînê yên ku ji bo çalakiya xwe amadekiribûn, dibe Sirtekî Pênc Deqan. Di saet 12’ê şeva 1’ê sibata sala 2006’an benzînê vedixwe, bi bergê xwe de dike û agir berdide bedena xwe. Piştî ku Viyan Soran agir berdide bedena xwe. Viyan Soran ji bo çalakiya xwe bi serkeftî bike û bibe keçeke baş a gelê kurd vê çalakiyê pêk tîne.

EW ÊDÎ ŞEHÎD KETIBÛ

Yek ji gerîlayên ku xwestin Viyan Soran ji agir rizgar bibe û nekeve nava lepên mirine, Dr. Rodî Roj bû. Rodî Roj bi wê çalakiyê bandor dibe û kêliyên ku şeva 1’ê sibatê bi çi awayî jiyaye wiha tanî ziman: “Derengî şevê heval hatin gazî min kirin û gotin ‘Xwe bigihîne ser hevala Viyan.’ Dilê min tevizî bû, min nedizanî ka ez bigirîm an jî biqîrim. Tişta dihat bîra min ger hevala Viyan ji me qut bibe, dê gelekî ji me re giran bê. Bi lez me xwe gihand mangaya ku hevala Viyan lê dima. Ez çawa ketim hundir, dîmenekî ku ez tucarî nikarim ji bîr bikim, ket ber çavê min. Heval Viyan di nava betaniyekê de bû. Şehîd Nûda û Şehîd Adil li ber serê wê bûn. Çavê wan tije firmêsk bibûn, dilê wan nedixwest bawer bikin ku negihîştine ser nefesa wê ya dawî. Ji min re gotin “Hevala Rodî ka zû binêre, bila hevala Viyan şehîd nekeve.” Mîna ez di hundirê tarîtiyekê de bifetisim. Hevala Viyan gelekî benzîn vexwarbû, ya rastî hevala Viyan şehîd ketibû, lê me nedixwest em bawer bikin.”