'Veguhestina girtiyan ji bo nexweşxaneyê veguheriye êşkenceyê'

Seroka TÎHV'ê Pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci got, veguhastina girtiyên dawî li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê anîne ji bo nexweşxaneyan, veguheriye êşkenceyê.

Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nêzîkatiyên di dema veguhastina nexweşxaneyê tên kirin û astengiyên li pêşiya tedawiya girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji ANF'ê re nirxand.

Fîncanci bi bîr xist ku grevên birçîbûnê berî sê rojan bi dawî bûn, lê hîn jî organîzasyoneke bi rêk û pêk nehatiye amadekirin. Fîncanci got, "Hîn nehatiye tespîtkirin ku kî divê bibin nexweşxaneyê, kî li nexwşexaeyên kampusê bên dermankirin, kî jî li li revîrê bên tedawîkirin. Halbûkî eger organîzasyoneke baş hebûya, wê di dema bidawîbûna grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de lîsteya girtiyan bihata amadekirin û bihata zanîn ku kî divê bi lezgînî sewqî nexweşxaneyê bikin."

Fîncanci diyar kir, veguhastina girtiyên siyasî ji bo nexweşxaneyê veguheriye êşkenceyê. Fîncanci bi bîr xist ku veguhastina bi wesayitên rîngê ne ya qebûlkirinê ye û destnîşan kir, divê mirovên nexweş bi ambûlansê bên veguhastin.

Fîncanci nerazîbûn nîşanî zexta mûayenekirina bi kelepçeyê da ku li nexweşxaneyê li girtiyan tê kirin û di vê mijarê de got, "Divê Protokola Stenbolê bi cih bê anîn. Nabe ku doktor bi ti awayî mûayeneyê bi kelepçeyan bike. Nabe ku mafê nepenîtiyê yê mirovan bê binpêkirin û di bin çavdêriya hêzên ewlekariyê de mirov bên mûayenekirin."

Fîncanci bal kişand ser heqaret û kiryarên xerab ên di dema veguhastinê de li girtiyên siyasî tên kirin û got, ne tenê jenderme her wiha Wezîrê Karên Hundir berpirsyar e.

Fîncanci bal kişand ser girîngiya pêvajoya xwedîkirina çalakgerên di greva birçîbûnê de bûn û got, divê vîtamîna B teqez ji girtiyên siyasî yên çalakger re bê dayin, bi hemû mînarelan bên xwedîkirin, bi xwarina mîna ya pitikan bên xwedîkirin û xwedîkirina bi vî rengî li girtîgehan hemûyan bê pêk anîn.

Fîncanci careke din xwest ku doktorên serbixwe tevlî vê pêvajoyê bên kirin.