Veguhastina berxwedêran ji bo nexweşxaneyan didome

Girtiyên ku li dijî tecrîdê bi ser ketin, ji bo nexweşxaneyan tên veguhastin. Hate ragihandin, li hin deveran girtî nayên veguhastin. Li Tekîrdagê jî personelekî tenduristiyê nîjadperestî li girtiyan kir.

Girtiyên ku li dijî tecrîdê bi ser ketin, ji bo nexweşxaneyan tên veguhastin. Hate ragihandin, li hin deveran girtî nayên veguhastin. Li Tekîrdagê jî personelekî tenduristiyê nîjadperestî li girtiyan kir.

STENBOL

Çalakgerên rojiya mirinê Nesrîn Akgul, Şukran Aydin û Zozan Çîçek ku li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê çalakiya xwe bi dawî kirin, sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Bi rojan bû çalakgeran li gel ku çalakiya xwe bi dawî kiribûn jî sewqî nexweşxaneyê nedihatin kirin. Piştî hevdîtinên ku hatin kirin, her sê çalakgerên rojiya mirinê û çalakgerê greva birçîbûnê Şehadet Tekîn sewqî nexweşxaneyê hatin kirin. Têkildarî sewqî nexweşxaneyê ya çalakgerên din, agahî nehatin bidestxistin.

TEKÎRDAG

Girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa F Hejmara 1 a Tekîrdagê, piştî ku çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî kirin ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin. Hate ragihandin, li nexweşxaneyê di dema wergirtina xwînê de milê çalakgeran werimiye û personelê tenduristiyê Emre Ozgul bi gotinên nîjadperestî heqaret li wan kiriye.

KANDIRA

Girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa T Hejmara 1 a Kandirayê Guven Suvarîogûllari, Ridvan Guven, Ûmût Çamlibel, Ergun Karaman, Diyadîn Akman, Mûhammed Înal, Yaşar Cînbaş, Necla Atak, Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Laleş Çelîker, Seher Orço, Hacîre Tanirgan, Leyla Kazak, Rezan Gozen rakirin nexweşxaneyê. Lê belê tenê xwîna wan test kirin, rêjeya şekir pîvan û ew vegerandin girtîgehê.

BÛRSA

Girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa H a Bûrsayê Salîh Koyûn, Mîthat Tûnç, Metîn Çakir, Nûrûllah Yilmaz, Serhat Sezgîn, Mehmet Şîrîn Baycû, Mehmet Kilinç, Ercan Gokçe, Sînan Aşkar, Mehmet Yalçinkaya û Suleyman Saydam piştî ku rakirin nexweşxaneyê doh vegerandin girtîgehê.

EDENE-OSMANIYE

Komîsyona Girtîgehan Şaxê Edeneyê ya ÎHD'ê ragihand, 8 girtiyên li Girtîgeha Girtî Tîpa M a Ceyhanê sewqî nexweşxaneyê hatine kirin. Komîsyonê ragihand, girtiyên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Osmaniyeyê jî sewqî nexweşxaneyê hatine kirin.

ANTALYA

Komîsyona Girtîgehan Şaxê Antalyayê yê ÎHD'ê diyar kir, girtiyên li Girtîgehên Antalya û Alanyayê kom bi kom veguhastine nexweşxaneyê û tên dermankirin.