Vaye gulên Ocalan ji Mandela re şandî
Vaye gulên Ocalan ji Mandela re şandî
Vaye gulên Ocalan ji Mandela re şandî
Li ser navê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gul ji meresima dîrokî ya di 8’Kanûnê de li Soweto yê ji bo lîderê Başûrê Afrîkayê Nelson Mandela re hatî lidarxistin hat şandin.
Gulên ku Ocalan ji Mandela re şandîn ji aliyê rojnamevanê televziyana Amerîkayê Christiane Amanpour ve li ser hesabê xwe yê Twitterê da weşandin.
Hesabê Amanpour ji aliyê 860 hezaran kesan ve tê şopandin û têbiniya bi navê“Ji nav dîwarê zindanê ji Mandela re rêzdarî. Ez di meresimê de bûm şahidê gulên ji aliyê Rêberê Kurdan yê girtî Abdullah Ocalan ve hatî şandin.”
Amanpour, ji sala 2010’an ve di televziyan Amerîkayê de di roja yekşemê bi navê "This Week with Christiane Aman" bernameyê pêşkêş dike. Ji sala 1992’an ta 2010 di CNN nûçevaniya navnetewî kir.
Di nava listeya ji aliyê kovara Forbes ya jinên herî bibandor ya sala 2006’an de hemwelatiya Îngilîz-Îranê Amanpour di rêza 79’emîn de cih girt. Di sala 2007’an de rêza 74’emîn, di sala 2008’an de jî di rêza 91’emîn de cih girt.