Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji aliyekî ve tedbîran li dijî dek û dolabên AKP'ê yên li Kurdistanê digire, li aliyê din jî giraniyê didin ser zêdekirina dengên li metropolên Tirkiyeyê. HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Stenbolê zêdeyî milyonek deng stand. Dibe ku di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de zêdetir bigire. Lewma Stenbol di asteke diyarker de ye. Namzetên HDP'ê yên Stenbolê mijar nirxandin.
WEZÎFEYEKE GIRÎNG DIKEVE SER MILÊ DENGDÊRÊN LI ROJAVA
Li gorî namzeta parlamenteriyê ya herêma 2. a Stenbolê Ayşe Berktay di mijara derbaskirina bendê de rîskeke mezin heye, lewma Stenbol û hemû metropolên Tirkiyeyê gelekî girîng in. Berktay got, "Eger HDP ji bendê derbas nebe, cihgirtina partiyên din li meclîsê wê zêde bi kêr neyê" û diyar kir, pirsgirêka benda hilbijartinê ne tenê pirsgirêka HDP'ê û hêzên demokrasiyê ye, pirsgirêka bendê pirsgirêkeke giran a tevahiya mûxalefetê ye.
Berktay bi bîr xist ku li gelek deverên Kurdistanê cihê sindoqan tên guhertin, ev yek bandorê li 144 hezar dengdêrên wan dike û got, "Dengdêrên me dibêjin, 'sindoqê bi ku ve bibin em ê jî biçin wê derê'. Lê belê ji bilî guhertina cihê sindoqan ji desthilatdariyê tê ku gelek dek û dolabên din bigerîne. Lewma wezîfeyeke girîng dikeve ser dengdêrên li rojavayê welêt bi taybetî Stenbolê. Her dengê li wir bê windakirin, divê li vê derê were temamkirin. Ji ber vê yekê divê her kes teqez biçe ser sindoqan û xwedî li dengê xwe dekevin."
Berktay herî dawî destnîşan kir ku heta roja dawî ya dengdanê wê li malan, li taxan bigerin û li Stenbolê dengekî xurt bi dest bixin.
GIRSEYEK HEYE KU DIBÊJE; EM BI HEV RE PÊŞÎ LI ERDOGAN/AKP'Ê BIGIRIN
Namzetê HDP'ê yê herêma 1. a Stenbolê Mûsa Pîroglû jî diyar kir ku li Stenbolê potansiyeleke bi coş heye û got, "Li vê derê du girse hene. Ya yekê, ji rewşa heyî bêzar bûye û êdî xwe di nava HDP'ê de dibîne. Ya duyemîn jî girseya ku bawer dike, bêhiqûqiya Qesrê dikare bi HDP'ê ji holê were rakirin, lewma ji bo serketina HDP'ê tevdigere. Hema bêjin yek ji du mirovan destekê didin HDP'ê û dibêjin; em bi hev re pêşî li rejîma qesrê bigirin."
BEND LI BER TEVAHIYA WELÊT HATIYE DANÎN
Mûsa Pîroglû destnîşan kir ku Stenbol hem di mijara bendê de, hem jî li dijî dek û dolabên di dengdanê de werin gerandin, gelekî girîng e û ew di civînên xwe de qala vê dikin. Pîroglû anî ziman ku dengên HDP'ê di nava şert û mercên normal de têrê dikin ku ji bendê derbas bibe, lê belê dsthilatdarî ji bo HDP'ê di binê bendê de bihêle û dengên wê pûç bikin, çi jê tê dike."
Namzet Mûsa Pîroglû bi bîr xist ku benda hatiye danîn ne tenê li pêşiya HDP'ê ye, bend li ber tevahiya welêt hatiye danîn û got, "Em ji her kesî re vedibêjin, ku bi piştigiriya hev em dikarin ji bendê derbas bibin. Em neçar in dengên li Kurdistanê bên dizîn, li vê derê temam bikin. Yek ji van cihên diyarker, Stenbol e. Bi dîtina min haya gel ji vê heye."
BI RÊYA ŞER WÊ HEWL BIDIN MANÎPULE BIKIN
Yek ji namzetên herêma 1. a Stenbolê Prof. Dr. Erol Katircioglû bal kişand ser atmosfera erênî û got, "Wer xuya ye, gel wê tifaqa ku di asta partiyan de nehatiye kirin wê bi xwe bike. Potansiyeleke ji jêrê û xurt ji bo HDP'ê heye. Rast e ne rast e em ê bibîni. Lê potansiyela heyî ji ya dema bihurî xurtir e. Berî çend rojan çûm taxa 1 Mayis û Esatpaşayê. Mirovên li wê derê digotin: Li herêma yekemîn em ê 5 wekîlan derxînin."
Tevî vê yekê jî Erol Katirciolgû destnîşan dike ku divê ew rasteqîn bin û li gel vê potansiyela xurt jî dibe ku rewşeke berevajî vê hebe. Katircioglû işaret bi gefên ji bo operasyonek li dijî Qendîlê kir û got, ji ber ku guhertina cihê sindoqan wê encamek li gorî dilê desthilatdariyê dernexîne, mijara 'operasyona li dijî Qendîlê' û şer xistin rojevê.
EM Ê BI DENGÊN LI STENBOLÊ JI BENDÊ DERBAS BIBIN
Namzeta herêma 2. a Stenbolê Tulay Korkûtan anî ziman ku mirov dixwazin HDP'ê li meclîsê bibînin û got, "Ne tenê hilbijêrên HDP'yî bi vî rengî difikirin. Di serdanên me de mirovên ji beşên cuda yên civakê ji me re dibêjin ku ji bo paşeroja welêt divê HDP li meclîsê be."
Korkûtan tevî vê yekê jî işaret bi gef, dek û dolabên rejîma AKP'ê kir û got, "Dîsa jî em nabêjin; em di binê bendê de mane ya jî ji bendê derbas bûne. Bêguman em li ser sînor in û ji bo ji bendê derbas bibin hewl didin."
Korkûtan destnîşan kir ku li gel rîsk û xeteriyan jî wê bi dengên li Stenbolê ji bendê derbas bibin.