Uzem ji çeteyan hat paqijkirin

Uzem ji çeteyan hat paqijkirin

Li bakurê rojavayê Bexda operasyona hevpar a leşkerên Iraqê û eşîretên xwecihî didome. Di encama operasyona hevpar a ev 3 hefte ne, bajaroka li başûrê Celewla Uzem ji çeteyan hatine paqijkirin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Polîsan ê Diyala Cemîl Şumeyrî diyar kir ku Uzem careke din ketiye kontrola hêzên Iraqê û bi bajarok re gelek gund jî kirine bin kontrola xwe. Şumeyrî anî ziman ku çend gundên li Sadiye û başûrê Celewla hê di kontrola çeteyên DAIŞ de ne û wê operasyon bidomin.

Cemîl Sumeyrî ragihand ku çeteyan vê carê cenazeyên xwe nebirine û got, “Di çarçoveya operasyonan de 15 gund bi temamî ketin kontrola me. Di şer û pevçûnan de gelek kuştiyên çeteyan hene, ji 39’ên me tespît kirine 20 ji wan ne Iraqî ne.”

Cemîl Şûmeyrî ragihand ku bi hêzên pêşmerge re koordînasyona wan tam e û got, “Hêzên pêşmerge bajarokên Sadiye û Celewla di kontrola xwe de digirin. Li Sadiye şerê bajêr didome. Em jî ji başûr operasyonên xwe zêde dikin. Em ê bi vê zextê re çeteyan ji herêmê derxin.”