UNICEF: 230 milyon zarok rastî tundiyê hatin

UNICEF: 230 milyon zarok rastî tundiyê hatin

Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbuyî (UNICEF), diyar kir ku di sala 2014’an de 230 milyon zarok rastî tundiyê hatine û ji van 7.3 milyon li Sûriye, 2.7 jî li Iraqê ne. 

UNICEF bi daxuyaniyeke ku ji dezgehên çapemeniyê re ragihand, rewşa zarokan a li cîhanê vegot. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li cîhanê 230 milyon zarokên ku li cihên şer û pevçûnan dijîn rastî tundiyê hatine. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji van zarokan zêdetirî 15 milyonan li Sûriye, Iraq û Komara Afrîkaya Navîn, Sûdana Başûr, Filistîn û Ukranyayê di bin bandora şer û pevçûnan de mane.

Di daxuyaniyê hate gotin ku li Sûriyeyê zêdetirî 7.3 milyon û li Iraqê jî 2.7 milyon zarok rastî tundiya şer hatine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li herêma Xazze ya Filistînê 54 hezar zarok ji ber êrîşên Îsraîlê bêwar mane, ji 2 hezar kesên ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane jî 538 zarok hene.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zarok li dibistanan  û li malê, hatine kuştin, îşkencekirin, di şeran de hatine bikaranîn û bûne kole, lewre jî sala 2014’an ji bo zarokan bûye saleke bi aloz.