UNAMI, rapora li ser şîdeta li Iraqê ya meha Gulanê eşkere kir
UNAMI eşkere kir, di bûyerên şîdetê yên meha Gulanê li Iraqê qewimîn de 867 kes mirin, hezar 456 kes jî birîndar bûn.
UNAMI eşkere kir, di bûyerên şîdetê yên meha Gulanê li Iraqê qewimîn de 867 kes mirin, hezar 456 kes jî birîndar bûn.
Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) di rapora meha Gulanê de ragihand, bajarê herî zêde mirov ji ber bûyerên terorê û şîdetê lê jiyana xwe ji dest dane Bexda ye. Li gorî raporê, li Bexdayê 267 kes mirin e, 740 kes jî birîndar bûne. Piştî Bexdayê jî Mûsil tê, ku li vî bajarî 56 kesî jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de hat ragihandin, bîlançoya meha Gulanê li gorî mehek beriya wê zêde bûye û got, "Di bûyerên şîdetê yên li gelemperiya welêt di nava meha Gulanê qewimîn de, 867 kes mirin e, hezar 456 kes jî birîndar bûne."
Di raporê de hat destnîşankirin, di serî de li wîlayeta Enbarê ku şerekî dijwar niha di navbera yekîneyên artêşê û çeteyên DAIŞ'ê de diqewime, zêdebûna mirin û birîndaran li gelemperiya welêt, rê li ber fikaran vedike.
UNAMI di rapora xwe ya meha Nîsanê de jî diyar kiribû, di bûyerên şîdetê yên li herêmên cuda yên welêt de 741 kes mirin, hezar 374 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên Iraqî jî dibêjin, hejmara rastî ji daneyên fermî gelekî zêdetir e.