Uca bal kişande ser qirkrina Êzîdiyan

Parlamentera HDP'ê Uca Cejna Êzîdiyan pîroz kir, bal kişande ser êrîşên qirker ên li ser Êzîdiyan.

 

Parlamentera Êlihê ya HDP'ê Feleknaz Uca ji bo Cejna Êzîdiyan li Meclîsa Tirk daxuyaniya çapemeniyê da.

Uca got,''Ez Cejna Êzî li gelê Êzîdî ku li tevahiya dîrokê hatine koçberkirin û qirkirin  pîroz dikim û hêvî dikim ku rojiya wan qebûl bibe''. Uca got Êzîdî her Kanûnê 3 heftiyan 9 rojan rojî digirin û piştre Cejna Êzî pîroz dikin.

Uca bi bîr xist ji ber ziman, çand, nasnameya Kurdî û baweriya Êzîdiyê 73 caran fermana Êzîdiyan hatiye rakirin û bal kişande fermana dawî ya li ser Êzîdiyan ku 3'ê Tebaxa 2014'an DAÎŞ'ê êrîş bi ser Şengalê de biribû, 3 hezar jin û zarok revandibûn û hê jî aqûbeta wan ne diyar e.

Uca got jinên Êzîdî yên ku DAÎŞ'ê revandin 2016'an bi rêya bûroyên li Dîlokê di ser bazarên dijîtal ên koleyan de hatin firotin û got, ''Li gel delîlan jî, bersûcên ku ji gelek dosyayan dihatin darizandin bi bayê bezê hatin berdan.''

Uca got li gel fermanê jî Êzîdî li Şengalê mane û got, çeteyên barbar ên DAÎŞ'ê ku li bajarên Kurdan hatin bicihkirin sûcê dijî mirovahiyê dikin, li Rojava Kurdên misilman û Êzîdî û hemû gelên din têkoşîna dijî qirkirinê didin.

Uca got li Bakurê Kurdistanê jî milkên Êzîdiyan hatine desteserkirin û dema ku dixwazin xaka xwe bistînin êrîşê bi ser wan de dibin.