Û Davûtoglû yê çûyînê ye
Davûtoglû da xuyakirin, ku 22'ê Gulanê de wê kongre bê lidarxistin û di vê kongreyê de ew ê nebe namzet.
Davûtoglû da xuyakirin, ku 22'ê Gulanê de wê kongre bê lidarxistin û di vê kongreyê de ew ê nebe namzet.
Desteya Rêveberiya Navendî ya AKP'ê, bi serokatiya Serokwezîrê Tirk û Serokê Giştî yê AKP'ê Ahmet Davûtoglû îro civiya. Ev civîna krîtîk li Navenda Giştî ya AKP'ê saet di 12:10'an de destpê kir û bi tenê 40 deqeyan dewam kir.
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû piştî vê civînê daxuyaniyek da û tevî ku di mehên dawî de bi sedan sivîl hatin qetilkirin jî îdîa kir ku dema wî ya Serokwezaretiyê bi awayekî serketî derbas bûye.
PESNÊ XWE BI BIRYARA 'ŞERÊ TOPYEKÛN' DA
Davûtoglû çalakiyên Kobanê û komkujiya Pirsûsê bibîr xist û der barê biryara şerê topyekûn de got, "DAIŞ, PKK, DHKP-C hema hema welatê me gihand ber ragihandina şer. Me ev ferman da hemû hêzên xwe yên ewlekariyê; madem li hemberî Tirkiyeyê şer hatiye îlankirin, heta ku çiya, deşt, newal, bajar, navçe, gund, gundik ji terorê bê paqijkirin wê têkoşîn dewam bike. Me heta roja îro ji vê têkoşînê tawîz nedan."
Davûtoglû işaret bi êrîşên tevkujiyê yên li Bakurê Kurdistanê kir û anî ziman ku di 2'ê Mijdarê de wan biryara operasyona berfireh girtine û ev biryar bi cih anîne.
Davûtoglû got, "Me biryar dan di 22'ê Gulanê de kongreya awarte ya partiya xwe lidar bixin. Ez nafikirim ku di kongreyê de bibim namzet."
FERMAN JI ERDOGAN HAT
Serokkomarê Tirk Erdogan bi Serokwezîrê Tirk Davûtoglû re duh li Qesra Serokkomariyê li hev civiyabûn. Tê gotin biryara îro hatiye stendin, di hevdîtina duh de hatiye wergirtin.