Tuzel: Heta komkujiya Roboskiyê zelal nebe, aştî pêknayê

Tuzel: Heta komkujiya Roboskiyê zelal nebe, aştî pêknayê

Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel balkişad ser komkujiya Roboskiyê û diyar kir ku, her çiqasî salek li ser komkujiya Roboskiyê re derbazbûye hêjan ji bo kujer derxistinê jî tiştek ne hatiye kirin û wiha got: " Tirkiye Roboskiyê di axive, kujer bêdengin."

Parlamenterê serbixwe yê Stenbolê Levent Tuzel bi boneya yekemîn salvegera komkujiya Roboskiyê daxuyaniyekî nivîskî weşand. Tuzel diyar kir ku, hikûmetê ji bo ku berpirsên komkujiya Roboskiyê derbêxe holê tu xebat nekiriye û wiha got: " Ne kir, ji ber ku pêwîst bû dewletê payebilind jî di lêpirsînê de derbaz bikiriban. Bersûcên vê yekê yên destpêkê Serokwezîr û Serfermandarê Giştî bûn. Li Tirkiyeyê Roboskî tê nîqaşkirin, lê belê bersûc xwe bêdeng dikin. Her çiqasî ku hertişt aşkera jî bû lê salek bi gotinan hate xapandin."

Tuzel da zanîn ku, her çiqasî li meclisê komisyon jî hate avakirin lê belê ' hikûmet kete derdê xwe xilaskirinê' bivê boneyê serokatiyê komisyonê jî ser bûyerê girt û wiha axivî: " Li holê tenê rastiyek heye; welatiyên Kurd hatine qetilkirin. Sedemê vê yekê polîtîkaya hikûmet û dewletê neçareserî û şere. Li hemberî daxwazên wekhevî û azadiyê yên gelê Kurd bi şer nêz dibe. Ji kuştina 34 kesan hikûmeta ku li meclisê destûra operasyona dersinor girt û artêşa Tirk berpirsyarin, heta ku komkujiya Roboskiyê neyê zelalkirin ne mumkune ku li Tirkiyeyê aştî pêk were."