Tuysuz di doza 19’ê Kanûnê de îfade da
Tuysuz di doza 19’ê Kanûnê de îfade da
Tuysuz di doza 19’ê Kanûnê de îfade da
Di Doza Bayrampaşa a têkildarî qetilkirina 12 girtiyan de, Fermandarê Alaya Jendermeyan a Bajêr ê demê Halîl Îbrahîm Tuysuz wek "şahid" îfade da.
Têkildarî Komkujiya 19’ê Kanûnê ya qetilkirina 12 girtiyên li Girtîgeha Bayrampaşa der barê 39 leşkeran de doza hatibû vekirin, li Dadageha 13. Cezayê Giran a Bakirkoy dewam kir.
Di rûniştina dozê de 7 bersûcên bi awayekî negirtî tên darizandin û parêzerên wan ku tevlî rûniştinê bûn, Fermandarê Alaya Jendermeyan a Bajêr ê demê Halîl Îbrahîm Tuysuz wek "şahid" îfade da.
Tuysuz diyar kir ku di Komkujiya Girtîgeha Bayrampaşa de wezîfe wernegirtiye û got, "Ev operasyon bi fermana Fermandariya Giştî ya Jendermeyan û Fermandariya Herêmê ya Jendermeyan hat rêveberin. Ferman hat, li gor vê operasyon hat kirin.”
Li ser pirsa parêzeran a Tuysuz qebûl kir ku wek cîgirê fermandarê operasyonê li Girtîgeha Umraniya wezîfedar bû û li ser pirsa, "Hûn tevlî civînên Balmumcu bûn?" got, "Ez tevlî yên der barê Umraniyeyê de bûm.” Tuysuz di gelek pirsan de got, "Ez li Umraniye wezîfedar bûm", "Ez nizanim", "Nayê bîra min”.
Adnan Halîs ê mexdûrê komkujiyê behsa rojên komkujiyê kir.
Dadgehê ji bo Zekî Bîngol ê roja komkujiyê wek fermandar wezîfedar bû bê guhdarkirin, doz taloqî 6’ê Gulanê kir.