Tûrvey: Li Tirkiyeyê êşkence heye!

Rayedarê Sendîkaya Xebatkarên Veguhêziyê ya Îngîltereyê (TSSA) Jason Tûrvey nerazîbûn nîşanî êşkenceya li Xelfetiyê da û bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku ‘Bila Tirkiyeyê bidin sekinandin.”

Li Xelfetiya Rihayê zarok û kal û pîr jî tê de, êşkence li gelek kesan hatibû kirin.Nerazîbûna li hemberî vê êşkenceyê jî didome.

Berpirsê Xezîneyê yê Sendîkaya Xebatkarên Veguhêziyê ya Îngîltereyê (TSSA) Jason Tûrvey, bi vîdeoyekê nerazîbûn nîşanî êşkencekirina van kesan da û bang li raya giştî ya navneteweyî kir.

‘TIRKIYEYÊ BIDIN SEKINANDIN’

Peyaman Tûrvey wisa ye: “Divê êşkenceya li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Tirkiye êşkenceyê li zarokên 13 salî dike. Ez bang li raya giştî ya navneteweyî dikin. Têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re biqedînin û Tirkiyeyê bisekinînin. Dawî li êşkenceyê bînin!”