Turkdogan: Divê mûxalefeta siyasî û civakî bibin yek

Hevserokê ÎHD’ê Turkdogan diyar kir ku ji bo rejîma bi zextan a desthilatdariyê were derbaskirin divê wekî di hilbijartinên herêmî de mûxalefeta siyasî û civakî werin ba hev.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan diyar kir heke di doza Kurdan de pêvajoyeke aştiyê were destpêkirin wê siyaseta li Tirkiyeyê jî li ser zemîna demokrasiyê were ba hev.

Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan zextên li ser mafên mirovan a di sala 2019’an de ji ANF’ê re nirxand. Turkdogan diyar kir ku çaresernekirina doza Kurdan û tecrîda Îmraliyê îsal jî bû yek ji zextên giran. Turkdogan qala greva birçîbûnê kir a ku Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin. Turkdogan diyar kir ku li gorî tespîtên ÎHD’ê di 90 girtîgehan de 3 hezar û 65 girtî ketibûn greva birçîbûnê yê bêdawî û bêdorveger.

BI TECRÎDÊ RE BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛ

Turkdogan diyar kir ku di sala 2019’an de binpêkirinên li ser mafan zêde bûye û got ku “Kapasîteya girtîgehên Tirkiyeyê 220 hezar e lê a niha 290 hezar girtî hene. 500 nexweşên giran ên girtî hene ku divê ev nexweş werin berdan. Sewkên ji bo sirgunê û cezayên giran ên dîsîplînê hene. Êşkenceyên giran û miayeneya bi kelepçeyan jî gelek heye.”

QIRKIRINA SIYASÎ YA LI SER HDP’Ê

Turkdogan diyar kir ku operasyonên li dijî mûxalefeta Kurdan jî zêde ye û got ku “A niha di girtîgehan de gelek siyasetmedarên Kurd, çalakger, niviskar, sendîkavan û parêzvanên mafên mirovan hene. Gelek rêveberên HDP’ê hatine girtin.”

Turkdogan diyar kir ku di demên aştî û çareseriyê de tecrîda Îmraliyê tê rakirin lê di dema şer de ev tecrîd dîsa derdikeve holê û qala desteserkirinên bi destê qeyyûman kir. Turkdogan bal kişand ser vî tiştî ku qeyyûm tê wateya dijberiya destûra bingehîn jî.

BÊHURMETIYA LI HEMBERÎ SINDOQAN NE MEŞRÛ YE

Turkdogan diyar kir ku desteserkirinên bi destê qeyyûman tê wateya ku îradeya hilbijêran jî tê binpêkirin û got ku “Vê desthilatdariya siyasî ya ku dest daniye ser şaredariyên HDP’ê herî dawîn li Ûrlayê jî dest danî ser şaredariya CHP’ê. Niha jî em dibînin ku ji bo dest deyne ser şaredariyên bajarê mezin, amadekariyan dike. Desthilatdarî tişta ku bi destûra bingehîn nikare bike, bi biryarnameyan didomîne.”

Turkdogan bal kişand vî tiştî ku hemû hevsengên civakî, siyasî û aborî xerab bûne û got ku “Desthilatdariya heyî wê nikaribe vê rewşê zêde bidomîne. Divê siyaseta Tirkiyeyê li ser zemîna demokrasiyê werin ba hev. Wekî di hilbijartinên herêmî de divê tifaqa demokrasiyê were avakirin û destûra bingehîn a nû were çêkirin. Ji ber vê jî hêvîdar im mûxalefeta siyasî û civakî li ser bingeha mafên werin ba hev û bi vê re li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû were destpêkirin. Şertên guncav ên vî tiştî hene, di sala 2019’an de gelek mînakên vî tiştî hene.”