Hevşaredarê bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmet Turk ku piştî qeyûm anîn ser şaredariyê û 24’ê Mijdarê girtibûn, piştî du meh û nîvan girtî me hate berdan.
Piştî ku hate berdan Turk got, bi zexta niha û rêbazên êrîşê wê ti encam bi dest ve neyê. Li ser referandûmê jî Turk got di atmosfera zextê de wê referandûmeke bi tendirist pêk neyê û bi berdewamî diyar kir ku divê di şertên wekhev de divê xebatên referandûmê werin kirin.
‘HATE FÊHMKIRIN KU EM Ê NEPIRNISIN’
Turk diyar kir ku ji ber berdana wî ne kêfxweş e û wiha domand, ‘’hevalên me li hundir in, ji bo vê jî kêfxweşiya min şikestî ye. Divê hemû siyasetmedar û girtiyên polîtîk azad bibin. Tenê wê demê em dikarin kêfxweş bibin.
Turk diyar kir, bi sedema ku bipirnisin ew şandine girtîgehê lê got, ev ne pêkan e. Turk diyar kir ku dewlet ev 100 sal in bi polîtîkayên zext û zordariyê dixwaze encamê bi dest ve bîne lê diyar bûye ku ev ne pêkan e.
‘DIVÊ LI ÇARESERIYÊ VEGERIN’
Turk diyar kir bi wî re berdana Wekîlê HDP’ê Idrîs Balûken dibe ku gavek be û wiha got, ‘’Ez hêvî dikim ku berdana min û Idrîs Beg gavek be. Piştî vê pêvajoyê divê êdî her kes li ser çareseriyê bifikire. Her kes dibîne ku bi zextê encam çênabe. Hûn dikarin civakê bêdeng bikin lê berxwedanê hûn qet nikarin tine bikin. Ji bo vê jî demildest divê li çareseriyê vegerin.’’
‘JI BO REFERANDÛMÊ DIVÊ ŞERTÊN GUNCAV ÇÊBIBIN’
Turk têkildarî referandûmê jî got, ‘’Di mijarê de em çi difikirin her kes pê dizane. Di vê rewşê de referndûmeke bi tendirist ne pêkan e. Divê atmosfereke wiha çêbibe ku her kes bikaribe tercîha xwe bi wekhevî û azadî diyar bike û xebatên xwe bike. Berevajî vê referandûm di şertê tendirist de çênabe û kes ji vê kêfxweş nabe’’
Turk slavên xwe li hevalên xwe yên girtîgehê kir û spasî da ji bo hemû kesên ku ji bo berdana wî kêferat kirine.
Herî dawî jî diyar kir ku teqez ew ê bi ser bikevin û bi van polîtîkayan ew ê nepirnisin.