Turk: Bi hevdîtina Ocalan re welatek demokratîk pêk tê

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê tevlî şahiya kampanya HDP’ê ya ‘Destpêkê Edalet’ bûyî got: “Eger ku Tirkiyeke edalet û demokratîk tê xwestin, divê bi Ocalan re diyalog pêk bê.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) starta kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a ku wê 4 mehan dom bike, da destpêkirin.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê tevlî şahiya kampanya ku lê hate ragihandin bû, diyar kir ku Kurd, demokrat, rewşenbîr û sosyalîst bi hişmendiyeke ku xwedî siyaseteke wana bide bêdengkirin re rû bi rû ne.

Turk diyar kir ku divê her kes li ber siyaseta yekparêz ku dixwaze civakê bêdeng bike bikeve nava tevgerê û xwe rêxistin bike got: “HDP heta ku jê tê dixwaze li gel hêzên demokratîk, dîsa siyaseta ku li dorî nirxên mirovahiyê û demokrasiyê kom dibe re siyasetê birêve dibe. Ev kampanya di aliyekê de tevahiya vê yekê ye. Polîtîkayên ku Kurdan tenê dihêlin, di encamê de diçin li wan didin. Ji ber ku dema gel hatin cihêkirin, Kurd hatin terorîzekirin, wê demê hûn li welat bi temamî demokrasiyê radikin. Wê fatûreya wê hemû gel bide. Bi vê kampanyayê dixwazin rewşa li welat heye bidin nîşandan.

‘DESTPÊKÊ EDALET’

Turk bal kişand ku divê nêzîkatiyeke ya wekhev û edaletê ji bo hemû çand, nasname û kêmenetewan wê nîşandan û wiha pêde çû: “Ji bo hinekan edalet xwestin, nayê wateya li Tirkiye edalet heye. Dîsa ji bo her kesê edalet pêk bê divê xebata vê bê kirin. Heta ku Kurd, hemû nasname û gel nebin yek, em nikarin edaletê pêk bînin û demokrasî jî nabe heta hetayî. Ji bo wê dibêjin destpêkê edalet. Ne tenê ji bo Kurdan, ne tenê ji bo Tirkan, ji bo hemû welatiyên li welat dijîn edaelt û wekhevî lazim e.

‘TECRÎD RABE, WÊ WELAT DEMOKRATÎK BIBE’

Herî dawî Turk qala tecrîda li Îmralî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Tecrîd tê wateya xespkirina mafekê û edaletê. Ev tecrîd li ser hemû girtiyan tê kirin. Abdullah Ocalan li vir aktorekî girîng e. Rolekî girîng a vî aktorî ji bo aştî, demokrasiyê heye. Vê yekê dewlet û hikûmet jî dizane. Eger ku bi rastî Tirkiyeke adil û demokratîk tê xwestin, divê bi Ocalan û hemû siyasetmedaran re hevdîtin bê kirin. Gava vê ya yekem jî divê ewilê vê polîtîkaya tecrîdê ya li ser siyasiyan bê rakirin.”