Turk bersiv da gefa 'qeyûm': Wê ne hêsan be!
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bersiv da gefa Erdogan a bi 'qeyûmtiyê' xwar û got, "Ev ê welê bi hêsanî nebe."
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk bersiv da gefa Erdogan a bi 'qeyûmtiyê' xwar û got, "Ev ê welê bi hêsanî nebe."
Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag û namzetên Hevşaredariya Artûklûyê Nûrettîn Tûrgay û Fatma Yilmaz li otelekê bi nûçegihanan re rûniştin.
Turk bersiv da pirsên nûçegihanan û li ser qeyûman got, "Cihê qeyûman li vê herêmê, li vî welatî nîne. Qeyûm dest datîne ser îradeya gel. Di vê serdemê de weke şêweyekî siyasetê tên bikaranîn."
Turk bal kişand ser kiryarên qeyûman û got, "Derfetên şaredariyan hemûyan belasebep bi kar tînin, dixwazin şaredariyeke deyndar li pey xwe bihêlin û me û gel li hemberî hev rakin."
Turk anî ziman, qeyûman gelek projeyên şaredariyên DBP'yî weke projeyên xwe nîşan dan û got, "Tevî ku 3 sal di ser re derbas bûne, hîn tiştek nehatiye kirin. Ketina nava qereqolekê êdî ji ketina nava avahiya şaredariyê hêsantir e."
Li ser gefa Erdogan a bi tayînkirina qeyûman jî Ahmet Turk wiha got: "Ew çi dikin bila bikin, wê ti carî nikaribin me ji têkoşîna me ya demokrasiyê vegirin. Dixwazim vê yekê bêjim; ew tiştê ku dibêje wê ewqasî ne hêsan be. Yên bi îradeya gel werin hilbijartin wê nikaribe li ser hev ji wezîfeyê bê girtin. Eger ji wezîfeyê bigire, ev ê hîn bi vekirî raxe pêş çavan ku rejîm rejîma şexsekî ye. Ji bo me ya girîng ew e ku gelê me bersivê bide siyaseta qeyûm û li dijî vê siyasetê îradeya xwe nîşan bide. Em ne ew mirov in ku ji bo bidestxistina meqamekê tevdigerin. Em hewl didin ku gelê me îradeya xwe nîşan bide. Eger gelekî dixwazin bila roja duyemîn qeyûm bi cih bikin. Ya girîng em bi xurtî di hilbijartinê de bi ser bikevin."