Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan piştî mîtînga li navçeya Qereyazî ya Erziromê li navçeya Xinûsê beşdarî xwarina fitarê bû, ku ji aliyê partiya wê ve hatibû hazirkirin. Bûldan diyar kir ku li Qereyaziyê coşeke mezin dîtin û gotli Qereyazî û Xinûsê girseyeke bi biryar heye.
Bûldan: “Coşa we ya îro mîn dîtî wê me bibe 24’ê Hezîranê, ev zelal û diyar e. Kêm maye bila baweriya we were gelek kêm maye. Em ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de encama ku em dixwazin bidest bixin. Bila kesek gumanan neke. Em bawer in û dizanin ku wê gelê Erziromê di 24’ê Hezîranê de erk û berpirsyartiya xwe pêk bîne. Di 7’ê Hezîranê de serketinek mezin me bi dest xist, lê di 1’ê Mijdarê de ev serketin nehate bidestxistin mixabin, lê 24’ê Hezîranê dikare bibe telafiya wê”.
Bûldan wiha domand; “Hûnê di 24’ê Hezîranê de parlamenterê xwe bişînin Enqereyê ti gumaneke me ji vê tune ye. Li dijî van polîtikayên AKP’ê yên şidet û zextan em ê di 24’ê Hezîranê de dersek baş bidin AKP’ê. Îro AKP û Erdogan hebûna gelê Kurd înkar dike û em vê tegihê qebûl nakin. Em hene, em Kurd in û em bi salan e li ser vê xakê dijîn û ji bo azadiyê têdikoşin. Ziman û nasnameya me heye. Heta ku hun hebin wê ti kes nikare gelê Kurd înkar bike. Ew ê tişta ji destê wan were bike. Em ê jî ji bo binketina wan çi tişta ji destê me were bikin”.
Bûldan diyar kir ku li vî welatî êşên mezin hate jiyîn û wiha got; “Kesên ku ev welat birêvebirin me hemû dîtin. Me Tansû Çîler dît, Mehmet Agar, Kenan Evren, Suleyman Demîrel dît û li pêşiya ti kesî me serî netewand û em rajêrî wan nebûn. Li beramberî Recep Tayyîp Erdogan jî me çong ne danî, em ê bîat nekin”.
LI RIHAYÊ NAMZET BI GEL RE CIVIYAN
HDP li Rihayê fitarê xwarin da. Rêxistinên HDP’ê, CHP, EMEP yên bajar, namzetên HDP’ê yên parlamenteriyê, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdinê ku ji aliyê AKP’ê ve hatiye dagirkirin Ahmet Turk û gelek kes beşdar bûn.
Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê bajar Ridvan Yavûz ve hate kirin. Piştre namzetê HDP’ê yê parlamenteriyê Nîmettûllah Erdogmûş got; “Siyaseta HDP’ê siyaseteke eşqê ye, îtifaqa demokratîk a hatî avakirin jî îtÎfaqa eşqê ye”.
TURK: HÊZA ME YA GUHERTINA SÎSTEMÊ HEYE
Ahmet Tûrk jî axivî û wiha got; “Em zarokên gelekî wiha ne ku bi salan e ji bo azadiyê têdikoşin. Ji bo rizgarbûyina ji vê bingehê zordar em di pêvajoyeke dîrokî de ne. Recep diçe, wê biçe. Hûn Efrîn, Cizîr û Nisêbînê dizanin we ji bîr nekiriye. Elewî, kesên bindest û yên din zanîn em mafdar in. Hêza me ya guhertina sîstemê heye û em gihiştine vê hêzê. Împaratoriyeke tirsê avakirin û em dikarin wê hilweşînin. Divê em xebat bikin û baweriya me hebe”.
Turk dawiyê got; “Raye dan ku ji bo dest danin li ser pereyên cotkar û şîrketên ceyranê. Şert û mercên em tê de çi dibe bila bibin em ê vê têkoşînê bi ser bixin. Têkoşîna me ne têkoşîna ji bo kursî ye, têkoşîna demokrasî, pêşeroja wekhev û azad e. Baweriya me heye ku wê bajarê Hz. Îbrahîm bersiva pêwîst bide zaliman”.