Tûra nû ya hevdîtinên Astanayê di 4-5'ê Tîrmehê de ye

Ji bo hevdîtinên Astanayê, tûra nû tê payin ku 4-5'ê Tîrmehê pêk were.

Dîroka hevdîtina nû ji hêla Wezareta Karên Derve ya Kazakîstanê ve hate ragihandin. Hevdîtinên Astanayê beriya bi civîna Cenevreyê, ku tê payin 10’ê Tîrmehê pêk were, bi 5 rojan çêdibe.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Kazakîstanê di tûra nû de li ser mijarên 'qadên bê şer', gihaştina alîkariya însanî û ji nû ve avakirina welêt wê nîqaş werin kirin.

Ji bo hevdîtinên Astana beriya niha 12-13’ê Hezîranê hatibû ragihandin. Hevdîtina ku di dema xwe de pêk nehatibû ji bo demeke nediyar hatibû taloqkirin.

Di hevdîtina dawî de ku meha Gulanê hatibû kirin, di navbera destekvanê rejîma Şamê Rûsya, Îran û Tirkiyê de ku destekê dide çeteyan peyman hatibû danîn ku li gelek deveran qadên ewle werin danîn.

Lê biryar nehatibû dayin ku kîjan welat wê weke garantor bişînin wan deveran da ku li gorî peymanê tevbigerin.

Di hevdîtinên Astana de heta niha ji bo çareseriyê ti gavek nehatiye avêtin. Bi taybetî jî Tİrkiye weke jêderka sereke ya bêîstîkrariya herêmê tê dîtin. Komên ku Tirkiyê li pişt wan disekine jî sûcê şer û mirovahiyê kirine.

Ti temsîla van komikan li Sûriyê nîn e lê nûnertiya berjewendiya Tirkiyê li herêmê dikin.

Tûra 7’an a Cinêvê jî wê 10’ê Tîrmehê pêk were. Li gorî daxuyaniyên fermî di van daxuyaniyan de ji bo krîza Sûriyê li çareseriyeke siyasî tê gerîn.