'Tuncelî navê qirkirinê, tecawizê, komkujiyê ye'

Wezareta Navxwe ya Tirk derbarê biryara 'Dersimê' lêpirsîn da destpêkirin. Dersimî jî li biryarê xwedî derketin, derketin kuçeyan.

Wezareta Karê Navxwe ya Tirk têkilî biryara Meclîsa Şaredariya Dersimê, ya ku navê 'Tuncelî'yê (ku navê Qirqkirina Dersimê ye) bi navê 'Dersim'ê guherandin lêpirsîn da destpêkirin. Wezaretê têkilî lêpirsînê mifetiş peywirdar kirin.

'TUNCELÎ NAVÊ QIRKIRINÊ YE'

Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Dersimê îro li biryara Şaredariya Dersimê xwedî derketin, li Meydana Seyîd Riza daxuyaniya çapemeniyê da.

Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Hidir Çîçek got, ''Ev nav vîn û daxwaza gelê Dersimê ye. Bi gotina, ''ji vir re destê tûncî hewce ye'' navê Tuncelî lê dikin. Dibêjin ev şerê Dersim û Tuncelî ye. Em navê Tuncelî qebûl nakin. Tuncelî navê qirkirin, tecawiz, tinehesibandin û qirkirinê ye.''

'RASTGIR Û ÇEPGIR LI DIJÎ DERSIMÊ YA XWE KIRIN YEK'

Hevserokê Bajêr ê EMEP'ê Ergîn Tekîn jî got kesên ku ji xwe re rastgir û çepgir dibêjin li dijî navê Dersimê û vîna gelê Dersimê ya xwe kirine yek û yekrengiyê diparêzin.

Tekîn jî got navê 'Tuncelî' navê qirkirinê ye û got, ''Êrîşa li ser navê Dersime êrîşa li ser hebûna me ya civakî, ya li ser nirxên me yên mirovî ye. Dersim bîra dîrokî ya civakekê ye. Navê Tuncelî komkujiyê yasayî dike, navê jêbirina bîra dîrokî, civakî ye.''