Tûnç: Botan wê serî netewîne
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, got, “Gelê Cizîra Botan, wê ti carî teslîmî çeteyên AKP’ê nebe. Eger nîvê Cizîrê qetil bikin jî wê nikaribin wî gelî teslîm bigirin.”
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, got, “Gelê Cizîra Botan, wê ti carî teslîmî çeteyên AKP’ê nebe. Eger nîvê Cizîrê qetil bikin jî wê nikaribin wî gelî teslîm bigirin.”
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ji nû ve îlana qedexekirina derketina derve ya li Cizîrê nirxand got: “Gelê Cizîra Botan, wê ti carî teslîmî çeteyên AKP’ê nebe. Eger nîvê Cizîrê qetil bikin jî wê nikaribin wî gelî teslîm bigirin. Di destekî me de darê me, tifinga me hebe wê di destê me yê din de jî şitlê zeytûnê hebe.”
Li Cizîrê piştî li ser qedexeya derketina derve ya 8 rojan 36 saet derbas bûn, walîtiyê careke din derketina kolanan qedexe kir. Serokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî û got ku kesên hewl didin îradeya gelê Cizîrê bişkînin wê têk biçin.
Tûnç ê ji nû ve îlana qedexeya derketina kolanan nirxand got: “Armanca dewletê ev e ku mîna operayonên qirkirina siyasî yên sala 2009’an, li taxan bi hezaran ciwanên Cizîrî ji malan bigirin û wê bêjin, ‘Me li Cizîrê hizûr çêkir.’ Lê dewletê tevahiya 8 rojan bi balafir, tank û topên xwe ev îradeya gel neşikand. Hesabê dewletê yê li malê û çarşiyê li hev derneket. Gelê Botanê li hember van êrîşên topyekûn ên vê pergalê derseke baş da.”
‘JI DERVEYÎ BERXWEDANÊ TI ŞANSÊN DIN NÎNE’
Tûnç got, “Dewletê ev tehemmul nekir û saetek berê careke din qedexeya derketina kolanan îlan kir” û diyar kir 8 rojan dewletê hemû derfet bi kar anî, lê dîsa jî nikarîbû li hember gelê Botanê bi ser bikeve û wiha berdewam kir: “Raporên ku gihişt rayedarên dewletê ew tatmîn nekirin. Ji ber vê careke din dixwazin kolanan dagir bikin. Ez ji vir her kesî hişyar dikim, gelê Cizîrê serî natewîne bila her kes vê zanibe. Dema me xwerêveberî îlan kir me hinek tişt gotibûn, ez dixwazim wan bi bîr bixim, ger nîvê ciwanên Cizîrê qetil jî bikin wê paşve gavê navêjin û pergala xwe bidin rûniştandin. Erê em vê dibêjin; dibe ku di destekî me de tifing, bêr, kevir heye, lê di destê din de dara zeytûnê heye. Ger bixwazin wê werin bi me re rûnin, em ê vê pirsgirêkê çareser bikin, na ger bêjin em ê we hemûyan tine bikin, kerem bikin em li vê derê ne. Gelê Cizîra Botan li ser piyan e. Ne 8 roj bi mehan ev kiryar pêk werin jî ev berxwedana gel naşkê. Çeteyên AKP’ê wek dixwazin wê ti caran li nav Cizîrê nikaribin tevbigerin.”