Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma Meclisê ya heftane ya partiya xwe de geşedanên di rojevê de nirxand. Endamên şandeya navneteweyî yên bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo Ocalan re serî li Wezareta Dadê dayin jî tev li bûn.
Tulay Hatîmogûllari, bi boneya 3’yê Kanûnê Roja Astengdaran a Cîhanê bal kişand ser pirsgirêkên astengdaran û got ku wê bi hev re pirsgirêkan çareser bikin.
Tulay Hatîmogûllari, krîza pergala kapîtalîst roj bi roj kûrtir dibe û ji bo ji vê krîzê xelas bibin tifaq û komên nû tên avakirin. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku rageşiyên ji ber şerên bazirganiyê, xetên enerjiyê, hevrikiya jeopolîtîk û hwd. roj bi roj zêdetir dibin û di vê aloziyê de li Rojhilata Navîn şikestineke mezin çêdibe. Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku li Rojhilata Navîn pergaleke nû li ser bêpergaliya heyî tê avakirin û vê yekê ji Helebê heta Til Rifet û Şehbayê pêla koçberiyê daye destpêkirin.
Tulay Hatîmogûllari, bi domdarî wiha got:
"Ji ber şerê çendek rojên dawî bi dehhezaran kes ketin rêyên koçberiyê. Hêj hubrê peymana Îsraîl-Lubnanê ziwa nebûbû ku li Sûriyeyê şer dest pê kir. Rêxistina Heyet Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku li tevahiya cîhanê weke rêxistina terorê tê qebûlkirin û SMO’yê, êrişî hin cihan kirin. Weke ku tê bîra we, SMO ew rêxistine ku Tirkiye ji lojîstîkê heta mûçeyên wan her tiştê wan pêşwazî dike. Em dipirsin; HTŞ, SMO, El Qaîde û DAIŞ şerê wekaletê yê kê dikin? Em li benda bersiva van pirsan e. Ketin yek ji bajarên herî girîng ê Sûriyeyê, Helebê. Ev çeteyên şerê wekalatê dikin, hewl didin bi darê zorê van bajaran talan bikin.
Êrişên çeteyan ên li dijî Til Rifetê jî didomin. Me ev fîlm di sala 2011’an de jî temaşe kiribî. Em niha sehneyên nû yên fîlmî temaşe dikin. Hevkêşeya şerê Rojhilata Navîn, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha veguherî rewşekî tevlihev. Ketina rewşa Lubnanê, Tirkiye jî di nav de ji bo hemû welatên herêmê xetere ye. Zîhniyeta ku bi çavên fethkirinê li herêmê dinêrin û aştiya xwe ya navxweyî taloq dikin; piştrast bibin ku dê mîna Lubnanê pê bibe. Hêvîdarin ku îktîdar ji vê rewşê bo xwe dersan bigire.
Ez bang li aqilê dewletê dikim; hûn bi tevlibûna şerê li Sûriyeyê yê di sala 2011’an re bûn parçeyeke hilweşînê. Nekevin pey tiştên nû. Hêzên xwe yên wekîl neşînin qadê. Dev ji xeyalên xwe yên Osmaniya Nû berdin. Heta ku hûn wiha bikin wê vî welatî ber bi karesatê ve bibin. Di vê pêvajoya aloziyê de nekevin pey hewldanên tunekirina destkeftiyên kurdan ên li Rojava. Li Rojhilata Navîn hesabên malê û yên sûkê hev nagirin.
HTŞ a ku xwedî pratîk û zîhniyeta DAIŞ’ê, ne tenê ji bo Sûriyeyê lê ji bo Tirkiye û hemû cîhanê xetere ye. DAIŞ û baskên wê, HTŞ, SMO û rêxistinên din weke tiştên nû bin pêşkeşî me nekin. Em pratîka van ji El Qaîdeyê, El Nusrayê û ji DAIŞ’ê baş nas dikin. Ev xetereye dê vegere û li we bixe.
Belavbûna tundiya li Rojhilata Navîn hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo welatên herêmê karesat e. Em dibêjin ku werin em jeopolîtka aştiyê ya herêmê cîbicî bikin. Werin em aştiya navxweyî û herêmî bixin meriyetê. Ev êriş li dijî me tevan û pêşeroja me ne. Em van êrişan bi tu awayî qebûl nakin. Têkoşîna DEM Partiyê ji bo çareseriya demokatîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd e. Em li gel avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk in. Di demeke gefa şerên nûkleerî li ser cîhanê heyîn de tekane çare, aştî ye. Em li vir careke din dibêjin ku dê çete û hêzên li pişt wan têk biçin.
Ji 1’ê Cotmehê heta niha di rojeva Tirkiyeyê de gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê hene. Derheqê pirsgirêka kurd de nîqaşên nediyar didomin. Êdî ax ji mirinan bêzar bû û xelk jî ji hejariyê. Lewma em dibêjin bila ev rewşa pevçûn, hejarî û şer bi dawî bibe. Me zimanê xwe yê aştiyê parast. Lê hinek derdorên bêar dibêjin ‘Hevserokên DEM Partiyê çareseriyê naxwazin.’ Ev gotinên wan derew in.
DEM Partî, hêviya aştiyeke birûmet e. Gelo ji bo aştiyê çi projeya serokkomarê digot hêviya min tune ye, heye? Ne tenê em, her kes vê mereq dike. Em li bendê ku hûn di vê mijarê de daxuyaniyê bidin.
Weke tê zanîn ez û Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan sêşema din ji bo hevdîtina li Îmraliyê ya bi birêz Ocalan re me serlêdan kir. Hêj bersiv nehatiye dayin. Em pêvajoyê dişopînin. Çendek roj berê Erdogan got; ‘Em ê bicisaret bin, gavên nû biavêjin.’ Em jî dibêjin ku weke mînaka cisaretê deriyên Îmraliyê vekin û bila bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.
Serokê Giştî yê MHP’ê îro pirsa ‘DEM Partî li ku ye’ kir. Ji ewil em vê bibêjin, dev ji vî zimanê gefxwarinê berdin. Bi gefan diyalog nabe. Ji ewil vê fêm bikin. Em careke din dibêjin; DEM Partî çareserî û demokrasî ye.
A rast em ji we dipirsin; hûn di ku dera vê pêvajoya aştiyê de ne? Aştî ne tiştekî wisa ye ku hûn kengî bixwazin dê mîna amûrekê bi kar bînin. Aştî, karê cisaretê ye û berpirsyartiya hevrûbûnê bi heqîqetê re ye. Heke rêyên ber bi aştiyê ve diçin bên girtin, em ê dîsa bi bask bibin û li ser rêya aştiyê bifirin.”