Tûglûk anîn 17. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê. Ji ber lepirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Tûglûk bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" û "endametiya rêxistinê" roja 28'ê Kanûna 2016'an li Enqereyê hatibû binçavkirin û bi îdîaya "rêvebirina rêxistinê" ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, dadgehê biryar daye ku ti kes weke temaşeker beşdarî rûniştinê nebin. Li salona rûniştina dozê niha tenê wekîlên jin hene.
Jinên ji Platforma Jinan a Enqereyê jî, ji ber doza Aysel Tûglûk lê tê darizandin hatin ber Edliyeya Enqereyê. Polîsan pêşî li jinan girtin û nehiştin bikevin hundir.