Tu nikarî têkevî Efrînê!

Li Bîelefeldê gel ji bo Efrînê daketin qadan. Di nav van çalakgeran de kesên ji Efrînê jî hebûn. Efrîniyan gotin ku, “Erdogan, tu nikarî têkevî Efrînê!”

Şêrîn ê ji gundê Şaro yê Efrînê: Gelê Efrînê xurt e, ligel êrîşan jî tu kesan dev ji war û gundê xwe bernedaye. Zar û zêç û kal û pîr li wê derê li ber xwe didin. Efrîn a Kurdan e. Ez her roj telefonî Efrînê dikim, dibêjin Erdogan nikare cenazeyê leşkeran jî ji wê derê derxe.

EZ AMADE ME, BIÇIM!

Faîq ê ji gundê Kora yê Efrînê: Kurdistan bi dilekî paqij dikare were avakirin. Kurdistan bi yekîtiyê tê ava kirin. Ne Rûs, ne Amerîka û ne jî Ereb! Divê em karê xwe, bi xwe bikin. Tirk nikarin têkevin Efrînê. Tu kes ji Efrînê derneketine. Efrînî dibêjin em ê Efrînê biparêzin. Ê min tendirustiya min ne baş e. Ez dixwazim Efrînê biparêzin. Peywir were dayîn, ez amade me ku, biçim.

HÊZA KURDAN DI DILÊ WAN DE YE

Cîhan Mûsûlî: Bi tank, top û balefiran êrîşî Efrînê dikin. Ev ne şerekî adilane ye. Dibe ku gelek çekên dewleta Tirk hebe lê hêza Kurdan di dilê wan de ye. Li ser Efrînê îxaneteke mezin tê kirin. Kes dengê xwe nake. Gundiyên me ji malên xwe derketine û ketine stargehan. Dagirker bombeyan diavêjin ser gelê me. Divê em cîhanê rakin pêyan!

EM DEV JI DOZA XWE BERNADIN

Cîhad Hesen ê ji gundê Sêwiya ya Efrînê: Erdogan dixwaze hemû Kurdan tune bike. Li ser navê misilmaniyê dixwazin Kurdan bixapînin. Em Kurd, em ê tu carî dev ji doza xwe bernedin. Divê Kurd jî bibin yek. Ez ji hêzên wê derê bawer im. Bijî berxwedana Efrînê!

KURDISTAN YEK E

Hogir ê ji gundê Meyrankê yê Efrînê: Ez berxwedana YPG, YPJ û ya gelê me yê Efrînê pîroz dikin. Erdogan, tu nikarî têkevî Efrînê! Tu nikarî têkevî Kurdistanê. Ew ê Efrîn ji te re bibe gor. Ez bang li ciwanan dikim, divê em Ewrûpayê rakin pêyan. Divê em bi Efrînê re bin. Kurdistan yek parçe ye, ne çar parçe!

JÊDERK: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA