TTB, ji bo Îmraliyê li benda bersiva Wezareta Edaletê ye

TTB, ji bo Îmraliyê li benda bersiva Wezareta Edaletê ye

Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo heyeteke doktoran a serbixwe, TTB'ê serî li Wezareta Edaletê da û li benda bersivê ye. Sekreterê Giştî yê TTB'ê Bayazit Îlhan diyar kir ku divê Wezaret teqez bersiva erênî bide û destnîşan kir ku ev hem qanûnî ye, hemî wê rê li ber fikarên di nava civakê de bigire.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtina çend roj berê ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bal kişandibû ser pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê û heyeteke ji doktorên serbixwe xwestibû. Ocalan ji birayê xwe re gotibû, "Çavê min, dev, poz û qirika min, mîna îsot pê ketine dişewitin. Li hundurê devê min hin birînên biçûk vebûne. Timî hêstir ji çavên min tê. Pêwîste heyetek ji doktorên serbixwe bê muayene bike. Divê tesbît bike, ka ev pirsgirêk ji ber çine."

'MAFÊ HEYETÊN SERBIXWE HENE LI CIH KONTROLAN BIKE'

Sekreterê Giştî yê Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Bayazit Îlhan daxuyanÎ da ANF'ê û bibîr xist ku wan roja Duşemê serî li Wezareta Edaletê dane ku heyetek serbixwe ya doktoran bişînin Îmraliyê û got, "Divê heyetek ji doktorên pisporên nexweşiyên hundurîn, nexweşiyên guh, qirik, poz, çav a serbixwe biçe Îmraliyê. Me ji bo vê serlêdan kirin, lê hînê ji Wezareta Edaletê ti bersiv nehatiye dayîn. Pêwîste ev heyeta serbixwe der heqê rewşa tenduristiyê de raporê amade bike."

Dr. Îlhan da xuyakirin ku di serê pirsgirêkên tenduristiyê yên li girtîgehên li Tirkiyê, mercên tecrîdê tê û got, "Tevî Abdullah Ocalan, hemû welatiyên li girtîgehan tên ragirtin, xwedî mafê tenduristiyê ne. Mafê heyetên serbixwe jî heye ku kontrolê bike."

'HEBÛNA WEZÎFEDARÊN TENDURISTIYÊ LI ÎMRALIYÊ, NABE SEDEM'

Dr. Îlhan got, "Pêwîste raya giştî der heqê Îmraliyê de hestiyar be. Ev mijar hem di erk hem jî di berpirsyariya Yekitiya Tabîbên Tirk de ye. Lewma, li ser nerazîbûna li çapemeniyê eşkere bû, me jÎ heyeteke serbixwe ava kirin û serlêdana xwe kirin." 

Dr. Îlhan ragihand ku li girtîgehan pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê tên jiyîn û mînakên Pozatli û Şakranê da. Dr. Îlhan got, "Dîsa tê gotin, gelek nexweşên kanserê nikarin xwe bigihêjînin mafê tenduristiyê. Di vî warî de serlêdanên me li Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Edaletê hene, lê belê bersivên erênî ji me er nayên dayîn."

Sekreterê Giştî yê TTB'ê Dr. Bayazit Îlhan der heqê serlêdana xwe ya Îmraliyê de destnîşan kir ku ewê sedema "Ji xwe li Îmraliyê wezîfedarên tenduristiyê hene" qebûl nekin. Dr. Îlhan got, "Divê bersivek 'wezîfedarên ewlekariyê hene û li tenduristiya wî miqate ne' neyê. Li hemû welatên demokratîk, destûr ji heyetên serbixwe û rêxistinên pişeyî tê dayîn ku li cih kontrolan bike. Min berî niha jî got, li holê mînakên girtîgehên Pozanti, Şakranê heye. Divê ev hincet dernekeve holê. Eger destûr ji vê re neyê dayîn, di heman demê de wê li nava raya giştî fikar û guman zêdetir bibin. Divê ji bo çareserkirina fikaran, heyetek serbixwe ya doktoran biçe, kontrolê bike û raporê amade bike. Astengkirina vê yekê, wê tengezariyê xurtir bike. Em hêvî dikin, Wezareta Edaletê wê bersiveke erênî bide."

'EGER DESTÛRÊ NEDE, WÊ MIJAR TÊKEVE QADA NAVNETEÎ'

Dr. Îlhan ragihand ku divê pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan bi rêya birayê xwe anî ziman, teqez li ber çavan bên girtin û got, "Di mijarên bi vî rengî de, gazin nikarin piştguh bên kirin. Ser wan nayê nixumandin. Pêwîste hemû gazinên wî yên tenduristiyê û daxwazên wî li ber çavan bên girtin."

Sekreterê Giştî yê TTB'ê Dr. Îlhan da xuyakirin ku eger ji wan re bersiveke neyînî bê dayîn, ewê bi rêxistinên mafên mirovan re mijarê binirxîne û li qada navnetewî di nava mafên mirovan de bikin mijara nîqaşê.