Trûmp wê Antîfayê weke 'terorîst' îlan bike!

Serokê DYE'yê Donald Trûmp, tevgera çep a radîkal "Antîfa" ji bûyerên piştî qetilkirina George Floyd rû da berpirsyar nîşan da û diyar kir ku wê Antîfayê bixe lîsteya rêxistinên terorîst.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp li ser Twitterê daxuyaniyek da û diyar kir, "DYE wê Antîfayê bixe nava kategoriya rêxistinên terorîst."

Serokê DYE'yê Donald Trûmp, tevgera çep a radîkal "Antîfa" ji bûyerên piştî qetilkirina George Floyd rû da berpirsyar nîşan da.

Serokê DYE'yê Trûmp hin rêze peyam di Twitterê de weşand û bi hinceta ku rewşa li Mînneapolîsê kontrol kirin, polîs pîroz kir û got, "Bi taybetî anarşîstên ji aliyê Antîfa ve hatin birêvebirin yekser hatin têkbirin. Hîn şeva destpêkê diviyabû ji aliyê şaredar ve bihata kirin, hingî wê pirsgirêk nebûya."

Trûmp bi vê gotina xwe, şaredarê demokrat ê bajarê Mînneapolîsê Jacob Rey kir hedef.

Di encama çalakiyên protestoyî de polîs Derek Chaûvîn ê ku Floyd qetil kir roja Înê hate girtin û bi sûcdariya "kuştina bê qest" hate sûcdarkirin.

Wezîrê Edaletê Wîllîam Barr diyar kir ku li dijî kesên ku bûyer organîze kirin FBI hatine wezîfedarkirin û got, "Tundiya ku ji aliyê Antîfa û komên mîna wê ve hatin organîzekirin terorîzma navxweyî ye û wê bi vî rengî bê nirxandin."