Trûmp peyameke nû belav kir: Dibe ku di demeke nêz pêk were!

Serokê DYA'yê Trûmp têkildarî mudaxeleya li ser Sûriyeyê peyameke nû belav kir. Trûmp got, "Dibe ku di demeke nêz de be, dibe ku ne di demeke nêz de be."

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp têkildarî mudaxeleya li ser Sûriyeyê li ser twîtterê ev peyam belav kir:

"Têkildarî mudaxeleya li ser Sûriyeyê, min dem diyar nekir. Dibe ku di demeke nêz de pêk were, dibe ku di demeke nêz de pêk neyê! Di her rewşê de, di dema rêveberiya min de DYA ji bo derxistina DAÎŞ'ê ya ji hêrêmê têkoşîneke baş kir. Spas ji Amerîkayê re."

Donald Trûmp duh jî li ser twîtterê gotibû ku, "Bila Rûsya li bendê be, fuzeyên me tên."