Trûmp pêşnûmeya guşarên li ser Tirkiyê pejirand

Serokê DYE'yê Donald Trûmp pêşnûmeya ku di nav de guşarên li ser Tirkiyê jî hebûn pejirand.

Trûmp Pêşnûmeya Yasayê ya Rayedarkirina Lêçûnên Berevaniyê (NDAA) ya 2020'an, ku di nav de tê xwestin ku ji ber S-400'î guşaran li ser Tirkiyê deynin li Baregeha Hewayî ya Andrewsê ya li eyaleta Marylandê îmze kir. Pêşnûmeya yasayî ya 738 milyar dolarî, piştî gotebêjiyên ku bi mehan dom kirî, ji alî du qenadên  Kongreyê ve hate qebûlkirin û ji bo ku îmzeya xwe lê bixe, şandibûn ber destê Trûmp.

Bi îmzekirina vê pêşnûmeyê re tê qedexekirin ku balafirên şer ên F-35'an û teçhîzatên destekê yên F-35'an bidin Tirkiyê.