TRT'ê piştgirî da Birayên Misliman

TRT'ê piştgirî da Birayên Misliman

Televîzyona dewletê ya Tirk TRT, piştgirî da Birayên Misliman ên di encama xwepêşandanên bi milyonan û darbeya leşkerî ya li Misrê de ji deshilatdariyê hat xistin.

Di dawiya bernameya "Dunyanin Gundemî" ya li TRT Turk de, stranek hat weşandin û piştgirî da Birayên Misliman ên li Misrê. Di televîzyonê de strana bi navê "Birayê min tu azad e" ya beşek ji gotinên wê eydî endamê Birayên Misliman Seyyîd Kûtûb e, hat nîşandan.

Di beşeke stranê de ev gotin balê dikşînin: "Ezê ji bo Rabb û ol tolê hilînim/Bêyî bêhnê vedim, li ser resûl û sunnetê dewam bikim/Ya wê dorê li cîhanê bipêçe serketin/Yan jî wê ji Xwedê re were pêşkêşkirin Şehadet"