Trîttîn: Bi şerê li dijî PKK'ê re DAIŞ tê xurtkirin

Yek ji siyasetmedarên girîng ên Partiya Keska a Elman (Grunen) Jurgen Trîttîn bersiv da nameyeke YXK'ê û destnîşan kir ku şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd, DAIŞ'ê xurt dike.

Yek ji siyasetmedarên girîng ên Partiya Keska a Elman (Grunen) Jurgen Trîttîn bersiv da nameyeke Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û destnîşan kir ku şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê Kurd, DAIŞ'ê xurt dike. Trîttîn xwest ku leşkerên Elman ên li Tirkiyeyê û NATO nebin 'amûra polîtîkaya navxweyî' ya otokrasiya Erdogan û ji bo xwegihandina armanca derxistina navê PKK'ê ji lîsteyên 'terorê' banga îlankirina agirbestê kir.

Jurgen Trîttîn got, "Ez gumanên xwe yên li ser karên Tirkiyeyê yên hemberî Herêma Otonom a Kurdistanê ya li Bakurê Iraqê û Sûriyeyê dike, parve dikim" û anî ziman ku ew ti carî bawer nake Serokkomarê Tirk Erdogan di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de 'startejî guhertiye.'

Trîttîn di dewama bersiva xwe de bibîr xist ku piştî pêvajoya aştiyê ya bi PKK'ê re ji aliyê Erdogan ve hat bidawîkirin, Tirkiyeyê li dijî yek ji hêzên sereke yên li hemberî DAIŞ'ê têdikoşe şer îlan kiriye û got, "Bi saya vî şerê li hemberî vê hêza (PKK) li dijî DAIŞ'ê berxwedaneke serketî nîşan daye re, DAIŞ li herêmê ji nû ve tê xurtkirin. Ev yek wê bibe encama kujer a dawîanîna li pêvajoya aştiyê ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve."

'ERDOGAN JI ALIYÊ POLÎTÎK VE DIXWAZE HDP'Ê QELS BIKE'

Parlamenterê Partiya Keskan da xuyakirin ku bûyerên di dema dawî de diqewimin ji polîtîkaya derve wêdetir pêwendiya xwe bi polîtîka hundir heye û ev xal destnîşan kir: "Serokkomarê Tirk dixwaze HDP a ku nehişt partiya wî AKP bibe xwedî hêza dikare destûra bingehîn biguherîne, ji aliyê polîtîk ve qels bike. Helwesta Erdogan a li hemberî parlamenterên HDP'ê û şerê li dijî Kurdan vê nîşan dide. Bi tena serê xwe yên li HDP'ê tên kirin jî nayên qebûlkirin. Ev ne tenê pirsên li ser rewşa dewleta hiqûqê ya Tirkiyeyê tîne bîra mirovan, Di heman demê de yekane hêza dikare di navber hêzên Kurd ku PKK jî di nav de ye û berjewendiyên Tirkiyeyê de navbeynkariyê bike, qels dike."

Trîttîn da zanîn ku eger polîtîkayên êrîşkariyê yên AKP û Erdogan dewam bikin, wê pirsgirêkên însanî yên neyên texmînkirin derkevin holê û destnîşan kir ku ev yek wê rewşa ewle ya hesas a li herêmê ji holê rake.

'NABE KU LEŞKERÊN ELMAN BIBE AMÛREKE POLÎTÎKA NAVXWEYÎ YA SEROKKOMAREKÎ OTORATÎK'

Trîttîn da xuyakirin ku bûyerên diqewimin ne li berjewendiyên Tirkiyeyê ne jî li yên Ewropayê tên û xwest, ji ber vê sedemê rewşa leşkerên Elman ên di çarçoveya projeya mertalên fuze de li Elmanyayê wezîfeyê dikin, ji nû ve were nirxandin.

Trîttîn diyar kir ku leşkerên Elman ên li welatekî endamê NATO'yê Tirkiyeyê wezîfeyê dikin, nabe ku bibin parçeyek ji vê siyasetê û got, "Leşkerên Elman ên di çarçoveya NATO û wezîfeya wê de li ser kar in, nayê qebûlkirin ku bibin amûreke polîtîka navxweyî ya Serokkomarekî (Erdogan) bi awayekî otokratîk li ser hikum e. NATO rêxistinbûyeke ku endamên xwe li hemberî gefên derve diparêze ye; ne xwedî armanca astengkirina têkçûna otorasiyan e."

'JI BO DERXISTINA PKK'Ê JI LÎSTEYÊ DIVÊ ÇALAKIYAN RED BIKE

Parlamenterê Keskan herî dawî bang li PKK'ê kir û xwest, dawî li çalakiyên çekdarî bîne. Trîttîn da xuyakirin ji nû ve destpêkirina muzakereyan ji bo PKK derbasî têkoşîneke dûrî ji şîdetê bibe pêwîst e û anî ziman ku ew bi xwe jî armanca derxistina navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên 'terorê' diparêze.

Trîttîn îdîa kir ku îlankirina dijberiya van êrîşan ji aliyê PKK'ê ve, şertê bingehîn e ji bo derxistina navê wê ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' e.