Trîbûnala navneteweyî ew ê biryara xwe ya Tirkiyeyê eşkere bike!
Trîbûnala Navneteweyî ya ku li Parîsê hatibû avakirin, piştî darizandina têkildarî sûcên şer ên Tirkiyeyê, ew ê di 24’ê Gulanê de biryara xwe eşkere bike.
Trîbûnala Navneteweyî ya ku li Parîsê hatibû avakirin, piştî darizandina têkildarî sûcên şer ên Tirkiyeyê, ew ê di 24’ê Gulanê de biryara xwe eşkere bike.
Trîbûnala Navneteweyî (Dadgeha Gelên Daîmî) di 15-16’ê Adarê de sûcên şer ên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan darizandibû.
Rûniştin du rojan domiyabû û ji 400’î zêdetir kes beşdar bûbûn. Heyeta dadgehê ji 7 dadgeran pêk dihat a ku ji welat û neteweyên cihê, wicdanê raya giştî temsîl dikirin.
Têkildarî înkar û îhlala dewleta Tirk a li dijî mafên siyasî, çandî, civakî û ekonomîk ê Kurdan, şahid hatibûn guhdarîkirin.
Di dadgehê de şahidên qetlîamên dewletê yên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê axivîn. Hinek jê, ji ber ku nekarîbûn werin rûniştinê bi rêya Skype tevlî rûniştinê bûbûn.
Di îddîanameyê de hatibû diyarkirin ku dewleta Tirk bi awayekî plan û pergal ev qetlîam kiriye û ji heyeta dadgehê dihat xwestin ku van tiştan wekî sûcê şer qebûl bikin û hate xwestin ku bila hikumeta Tirk û Erdogan bibin berpirsên van sûcan.
Dadgehê diyar kiribû ku ew ê biryara xwe di meha Gulanê de bide û rûniştin bi dawî kiribû. Di 24’ê Gulanê de ew ê li Parlementoya Ewrûpayê konferanseke navneteweyî were lidarxistin. Di konferansê de Serokê Dadgehê Phîllîppe Texîer û dadgerên din ew ê têkildarî sûcên Tirkiyeyê biryara we eşkere bikin.