Konferansa ku ji hêla Kollektîfa Belçîka ya Pêşîlêgirtina Sûcên Qirkirinê û li dijî Înkarê, Women For Justîce, UGAP Europe û Navenda Civaka Yahûdî ya Laîk a Davîd Susskînd ve hatî amadekirin, li Parlamentoya Brûkselê pêk hat. Ji gelên Ermen, Asûr, Tutsî jî ku ku hatine qirkirin jî di nav organîzasyonê de hene.
'KESÎ GUH NEDA REWŞA CIVAKA ÊZÎDÎ'
Di konferansê de şahidiyên qirkirinê pir bandor kirin. Di konferansê de qirkirina li ser Êzîdî, Asûrî, Ermen, Yahûdî, Tutsiyan hate bibîrxistin, travmeyên ku qirkirin bû sedem û têkoşîna dadmeniyê hate vegotin.
Seroka Parlamentoyê Julîe De Groote destpêkê axivî, Groote gotin ,''Kesî guh neda qirkirina li ser Êzîdiyan. Nexasim jinên Êzîdî bûne mexdûrê pêşî yên vê qirkirinê.''
'ÊZÎDÎ JI BO KU ÊZÎDÎ BÛN, BÛNE HEDEF'
Ji Zanîngeha Cinêvê dîroknas Vîcken Cheterîan têkilî dîroka Êzidiyan û êrîşên qirkirinê yên li ser Êzidiyan axivî. Cheterîna fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bi bîr xist û got, ''Êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê bi mantiqeke analîtîk, leşkerî, polîtîk û stratejîk nikare were vegotin (...) Êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Êzidiyan, ji îdeolojiya DAÎŞ'ê ne bêrî ye.''
Cheterîan got hatiye xwestin ku nasnameya kolektîf a Êzidiyan were tinekirin û got, ''Hate xwestin ku Êzîdî, ji bo ku Êzîdî ne werin qirkirin.''
Cheterîan got êrîşa li ser Êzîdiyan di serdema Siltan Evdilhemîd de zêde bûne, heman demê, êrîşa li ser Ermen û Asûriyan jî dest pê kiriye.
HIN JIN BI DEHAN CARAN HATIN FIROTIN
Damezirînerê Yahad în Unum û serokê wê Patrîck Debosî jî got, wan 300 jinên Êzîdî ku ji hêla DAÎŞ'ê ve hatine revandin şopandine, awn çavdêrî kiriye ku jin û mêr çaa ji hev hatine veqetandin, çawa doktorên DAÎŞ'î dêhna xwe dane ser jin û zarokên keçik, jin çawa hatine firotin û mêr çawa hatin kuştin. Desboîs her got 300 zarokên Êzîdî ku DAÎŞ'ê ew asîmîle kirine, li kampên DAÎŞ'ê hatine asteke ku nema dizanin bê ka kî ne. Desboîs her wiha got hn jin bi dehan caran hatine firotine û got, bi têkçûna DAÎŞ'ê re trajedî neqediyaye.
HOVÎTÎ BI WAN DANE TEMAŞEKIRIN
Desboîs got mesele ne tenê ew e ku ev bi rengê qirkirinê were pênasekirin, vîdeoyek nîşan da ku çeteyên DAÎŞ'ê çawa komkujî kirine, çawa ew bi zorê kirine misilman, ya ku êşkence, înfazan û hovîtiya li ser jinan tê de hebûn û li ser vîdeoyê got, ''Qirkirina Êzîdiyan, qirkirineke li ber çavan e''.
Desboîs her wiha got, ''Qirkirin neqediyaye, hê jî didome.''
BI WÊNEYAN TRAJEDIYA ÊZÎDIYAN
Belen Sanchez ê ji hucreya pedagojiyê ya ''Demokrasî an jî barbarî' ya di bin banê Federasyona Valon-Brûkselê de got, li ser rewşa Êzidiyan wan xebateke wêneyan kiriye û bi van wêneyan ew hînî rewşa Êzîdiyan, trajediya wan û çanda wan bûne. Sanchez got ew bi wêneyên ku wan hilbijartine dixwazin hevgirtina navnetewî teşwîq bikin û got, ''Ev gel hê jî êşan dikişîne.''
Sanchez ji wêneyan nêzî 15 jê nîşan da û got, ''Me xwest ku em mafê gotinê bidin van jinan ku dojeh jiyan.'''
Sanchez jinên girtî yê Tutsî bi bîr xist û got, ''Bi kuştina jinan hemû mirovahiyê dikine hedef.''
ŞAHIDAN BEHSA HOVÎTIYÊ KIRIN
Di beşê duyan ê konferansê de cih dane jinên ku hovîtiya ser Êzîdiyan dîtine. Du jinên Êzîdî behsa barbariya DAÎŞ'ê kirin. Şahidan ji ber mexdûr nebin nexwestin ku dîmenên wan werin girtin. Şahida bi navê Necla, got ew ji gundê Koço yê Şengalê hatiye, dema ku 2014'an çeteyên DAÎŞ'ê bi ser Koço de girtine ew li gel malbata xwe li gund bûye û ji wan re gotine,''Heke hûn nebin misilman em ê we hemûyan bikujin. Hemû gundiyan ev qebûl nekir. Em li dibistaneke gund komî ser hev kirin, jin, zarokên keç û mêr ji hev veqetandin. Mêr kuştin. Jin û keçikên zarok jî birin. Eynî şevê 100 zarokên keçik ên Koço hatin firotin. Jin û zarokên keçik ji hev hatin veqetandin. Keçik hatin firotin. Ez jî birim Mûsilê.''
EV MIROVÊN ÇAWA NE…
Necla qala tecawizkirina jin û keçan kir û got ku “Ji me re digotin diyarî. Ji ber ku em ne Misilman bûn, bi çavên ganîmetê li me dinihêrin. Ez ji Mûsûlê firotim firotim Tel Aferê. Piştre ez bi 4-7 dolaran firotim. Ji bo ku bibim misilman zext li zarokên keç dikirin. Me ji wan re got, heke hûn tecawizî me nekin em ê xwe hînî xwendina Quranê bikin. Ez heft mehan bi DAÎŞ’ê re mam. Hin zarokan zimanê xwe yê zikmakî ji bîr kiribûn. Hin zarokan bavê xwe nas nedikirin, ji ber ku bavê wan hatibû kuştin.”
Necla balê dikişîne ser vî tiştî ku wê 50 jin dîtiye yên ku serê wan hatiye jêkirin û got ku, “Jin dikuştin, wan jinên 60-70 salî dikuştin.” Necla diyar dike, heta ku ev kesên sûcdar neyên darizandin wê Êzidî bi aramî nikaribin vegerin warên xwe. Necla got ku “Em dixwazin ew jin û zarokên di destê wan de werin rizgarkirin.”
‘HER TIŞT BI ME KIRIN’
Şahida duyemîn xwe bi navê Marwa da naskirin. Marwa diyar kir ku ji gundekî nêzî Koço hatiye û piştî ku hatine girtin ew birine Reqayê û di rojan sisêyan de ew, xwişka wê û jineke Libnanê firotine kesekî ji Misirê. Marwa got ku “Wî kesî digot, heke em bi gotinên wî nekin, ew ê me dîsa bifiroşe. Dema ku me bi gotinên wî nedikir, destê me girêdida û tecawizî me dikir. Piştre ez firotim kesekî 70 salî û wî jî tecawizî min dikir. Piştre ez reviyam û hatim kampekê. Jiyana li kampê jî gelekî dijwar bû. Ez nizanim çima saziyên neteweyî tiştên pêwist nake? Xwişkeke min li Kanadayê ye, yek li Iraqê ye û ez jî li vir im.”
ÊZIDIYÊN KU HATINE GIRTIN Û REVANDIN
Gerînendeya Komeleya Women for Jûsticeyê Leyla Ferman diyar kir ku îro li Şengalê nêzî 150 hezar Êzidî dijîn. Ferman got ku “6.417 kes hatine destgîrkirin û ji van kesan 3548 jê jin in. Piştre hinek hatine rizgarkirin, lê heta niha 1.427 jê jin bi giştî 3833 kes winda ne.” Ferman diyar kir ku gelek jê jin wan ji 100’î zêdetir kesan guhdar kirine û got ku “Ev kes edaletê dixwazin. Civaka Êzidî dixwaze dadgeheke navneteweyî pêk were û endamên DAÎŞ’ê di wê dadgehê de werin darizandin.
MÛJAWAYO: DIVÊ EM BI ARAMÎ RANEZÊN
Terapîst Esther Mûjawayo ya ku li Rûandayê di qirkirina li dijî Tûtsiyan de rizgar bûye, bal kişand ser vî tiştî ku divê hevgirtina bi mexdûran de bidome. Mûjawayo êşên jinên Êzidî bi bîr xist û got ku “Ew bi aramî ranazên,divê em jî ranezên.”
Mûjawayo got ku, “Ji bo me her roj mirin bû. Hevjînê min, malbata min, xaltîkên min hemû hatin kuştin. Cîranên me em kuştin, rahîp û mamosteyên me em kuştin. Di dema qirkirina Rûandayê de bi dehan caran tecawizî jinan hate kirin û ev jin piştre mirin. Yên ku ev qetlîam pêk anîn piştre di nexweşxaneyan de hatin dermankirin lê mexdûrên vê qirkirinê terkî mirinê hatin kirin.”
YALÇINDAG: DIVÊ DAÎŞ Û ŞIRÎKÊ WAN WERIN DARIZANDIN
Hiqûqnas Reyhan Yalçindag Baydemîr jî diyar kir ku ji darizandina DAÎŞ û şirîkên wan divê dadgeheke navneteweyî were lidarxistin û got ku, “Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku di demeke kurt de vê dadgehê li dar bixe. Divê em bi lez tevbigerin: Divê jinên Êzidî derbasî cihên ewle werin kirin, analîza tibbî were kirin û gorên komî werin lêkolînkirin.”
JACKHÎAN: WE WÊ ALAYA REŞ ÇIRAND
Endama Kolektîfê Gregoîre Jakhîan jî diyar kir ku di konferansê de şahidiyên jinên Êzidî derketine pêş. Jackhîan berê xwe da du jinên Êzidî û got ku, “We wê alaya reş çirand. We fikr entegreyî êşê kir. Gotinên we, awayê dilsoz ê fikrekê ye. Ev gotin û fik, kana hêviyan e.