Tofana Hagûpît, welatê Fîlîpînan xist bin bandora xwe

Tofana Hagûpît, welatê Fîlîpînan xist bin bandora xwe

Tofana Hagûpît, welatê Fîlîpînan xist bin bandora xwe. Ba û barana dijwar, ji danê vê sibehê ve herêmên Leyte û Samar ên Fîlîpînan xistin bin bandora xwe. Ji herêmê nêzî 1 mîlyon kes hatin veguhastin.

Bajarê Tacloban ê par ketibû bin bandora tofana Hayan, ji tofana Hagûpîtê jî bi bandor bû. Radyoyeke herêmî da xuyakirin ku li bajarê Samarê du kesan jiyana xwe ji dest dane. Rayedaran ev agahî piştrast nekirin.

Ji ber bayê saetê digihêje leza ji saetê 195 kîlometreyî, li herêmên bi 4,5 metre di bin asta deryayê de ne, mirov hatin veguhastin.