TKP/ML-TÎKKO gerilayekî ku li Dersimê şehîd ket bi bîr anî

Fermandariya Herêmî ya Dersime ya TKP/ML-TİKKO gerîlayê bi navê Hasan Ataş (Şerzan) ku 2'yê Hezîranê li Dersimê di şer de şehîd bûyî, bi bîr anî.

Fermandariya Herêmî ya Dersimê ya TKP/MLK -TÎKKO ragihadn wan gerîlayekî xwe bi cih kiriye.

Fermandariyê bi daxuyaniyeke niviskî diyar kir gerîla Hasan Ataş di kemîneke artêşa Tirk de li Dersimê jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hate goitn gerîla Şêrzan (Hasan Ataş) 2'yê Hezîranê li mezrika Buyukkoy a Ovacixê ya Dersimê  saet 19.45'an ketiye kemîna artêşa Tirk, di navbeyna gerîlayên wan û hêzên dijmin de şer derketiye û jiyana xwe ji dest daye.

TKP/ML-TÎKKO got,''Dorpêça li her qadê ya dewleta Tirk a faşîst, bi geşbûna êrîş û şer wê were berbelavkirin. Banga nemirên me jî ev e.''