Tirsa HDP’ê ketiye dilê AKP’ê: Li gelek bajaran destgîrkirin
Ber bi hilbijartinan ve ji ber geşbûna HDP’ê AKP’ê dîsa ling da destgîrkirina Kurdan.
Ber bi hilbijartinan ve ji ber geşbûna HDP’ê AKP’ê dîsa ling da destgîrkirina Kurdan.
Ber bi hilbijartina 24’ê Hezîranê ve, bi geşbûna HDP’ê re zext û zordariya li ser HDP’ê zêdetir dibe. Bi vê çarçoweyê li Xarpêt, Mêrdîn, Edene, Riha û Entalyayê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin û gelek kes hatin destgîrkirin.
XARPÊT
Li Xarpêtê, li navçeya Kovancilar û Aricakê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. Hevserokê Navçeya Kovancilarê Resûl Eker û yê Aricakê Azîz Bayrak jî di nav de 20 kes hatin destgîrkirin.
Diyar bû ku hin ji kesên ku hatine destgîrkirin li Fermandariya Jandarma ya Xarpêtê û hin jê li Edliyeya Paluyê têne girtin.
MÊRDÎN
Li Nisêbînê ya Mêrdînê Cemal Nergiz ê 55 salî ku li taxa Silhedîn Eyûbî dima ji hêla polîsan ve hate destgîrkirin
Malbata Nergiz got di pevgihîna gel de, di dema axaftinan de çima gotiye,’’Bijî HDP’’ û nîşana serkeftinê kiriye Nergiz hatiye destgîrkirin.
EDENE
Li navçeya Seyhan, Ceyhan, Yuregîr û Çukurovayê vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin û derî hatin şikandin.
Bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî 15 kes hatin destgîrkirin.
RIHA
Li navçeya Xelîla ya Rihayê jî berê sibeha polîsan bi ser malan de girtin û Vedat Gokler, Mustafa Yilmaz Çîçek destgîr kirin. Gok û Çîçek li Şûbeya TEM’ê ya Rihayê têne girtin.
ENTALYA
Li Entalyayê jî duh berêvarkî polîsan bi ser malên xwedenkarên zanîngeha Akdenîzê de girtin û Farûk Ceylan, Mazlûm Efe, Ebûbekîr Ergun, Habat Karayilan û Sedat Alkan destgîr kirin.