Tirsa AKP’ê ya ji HDP’ê: Kuştin,girtin, êşkence..
Ji dema ku HDP ketî pêvajoya hilbijartinê faşîzma AKP-MHP’ê dor lê girtiye. Gelek endamên partiyê hatin kuştin, girtin, binçavkirin û êşkencekirin. Li her deverê xebatên HDP’ê hatin atengkirin.
Ji dema ku HDP ketî pêvajoya hilbijartinê faşîzma AKP-MHP’ê dor lê girtiye. Gelek endamên partiyê hatin kuştin, girtin, binçavkirin û êşkencekirin. Li her deverê xebatên HDP’ê hatin atengkirin.
Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe wê biçin hilbijartina herî girîng, ya serokkomarî û ya giştî.
Rejîma AKP-MHP’ê ji ber rola krîtîk a hilbijartinê, ji roja ku biryara hilbijartinê hatiye standin û heta niha zext û zordariya xwe ya li ser HDP’ê zêde kir.
HDP di rapora xwe de, ya beriya 10 rojan diyar kir ku di nav mehek û nîvê de 208 HDP’yî hatine binçavkirin, 16 jê hatine girtin. Her wiha 57 caran êrîş birin ser HDP’ê.
VAN DEH ROJÊN DAWÎ ÊRÎŞ ZÊDETIR BÛN
Lê van 10 rojên dawî êrîşan du caran li xwe zêde kir. Di navbeyna 28’ê Nîsanê û 22’ye Hazîranê de 94 caran êrîş birin ser HDP’ê. Êrîşkar ji hêzên dewletê û AKP-MHP’yî bûn.
Di van êrîşan de li Pirsûsê 3 HDP’yî hatin kuştin û her wiha 49 kesan derb xwar.
Li gorî rapora ÎHD, THÎV’ê ku 22’yê Hezîranê ragihandî 26 HDP’yî derb xwarin 3u êşkence li wan hate kirin. Her wiha HDP’yiyên ku hatin binavkirin êşkence û tehte li wan hate kirin Bi vî rengî êşkence li 33 kesan hate kirin.
361 BINÇAVKIRIN
Di pêvajoya hilbijartinê de 361 HDP’yî hatin biçavkirin, nêzî 20 kesan jî hatin girtin.
17 mîtîngên HDP’ê hatin qedexekirin.
ÊRÎŞA ÇEKDARÎ BIRIN SER MAL
Êrîş hema hema her roj didomin. Mînak 22’yê Hezîranê êrîşa çekdarî birin ser mala namzetê HDP’ê yê Kocaeliyê Necmettîn Dogrul. Diyar bû ku ji wesayitê êrîş birine û li ser wesayitê alayên AKP’ê hebûne. Êrîşkar nîşaneya ‘gurê boz’ kir.
JI BO QORÎCIYAN: HEKE HÛN DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê
Li Qilebanê Qeymeqam Mehmet Fatîh Yakinoglu vê heftiyê du caran qorîcî lev gihandin û got heçî ji qorîciyan dengê xwe nedin AKP’ê wê wan bişînin operasyonê. Hate gotin qeymeqam çûye gundê Kirrorê û zor li gundiyan kiriye ku dengê xwe bidin partiyên ji xeynî HDP’ê. Qeymeqam li gel Serokê Navçeyê yê AKP’ê Fîkret Demîroglu her wiha ji qorîciyan re gotiye, ‘’dengê xwe nedin AKP’ê û wiha zext li ser gundiyan kiriye.
ASTENGIYA LI BARA ŞANDEYÊN NAVNETEWÎ
Rejîma AKP-MHP’ê ditirse ku pêvajoya hilbijartinê ya ne dadmendî, ne hiqûqî û dij demokratîk teşîr bibe. Ji bo vê jî nehişt ku Wekîlê Partiy Çep a Elman Andrej Hundo û Wekîlê Partiya Keskan a Swêd Jabar Amîn were Tirkiyê. Ev du kes jî ji bo ku tevlî şandeya OSCE’yê bibin dihatin Tirkiyê.
BI QUTEBIRÎ…
Hin gavên AKP’ê yên li ser HDP’ê:
Li dijî namzetê HDP’ê yê rehîn Selahattîn Demîrtaş rasterast Tayyîp Erdogan propagandaya reş kir. Demîrtaş ji bûyerên ku daraza pêgir jî Demîrtaş jê berpirs nedîtî, berpirs nîşan da.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî bi çarçaweya kampanyayê xwest ku biçe Ewropayê lê astengî derxistin, dest li ser pasaportê danîn
Li bajarên Kurdistanê walî û qeymeqam tevlî serdanên hilbijartinê yên AKP’ê bûn, gef xwarin û gotin, ‘bila kes deng nede HDP’ê.’’
Li gelek bajaran dema ku bûro hatin vekirin astengî hatin danîn. Afîşên li bûroyan hatin qetandin.
Lİ gelek bajaran komên nîjatperest ên AKP-MHP’ê êrîş bi ser stant û bînahiyên HDP’ê de birin. Pêşiya wesayitên HDP’ê hate girtin. Polîsan tenê li êrîşan nerîn û carinan teşwîq kirin.
Li gelek bajarên Kurdistanê biryara yekkirina sendoqan dan.
Li Enqere Karapurçekê êrîş bi ser karkerên înşeatê yên HDP’yî de birin. Li Kayseriyê ajokarekî qemyonê bi qest pê li wesayita hilbijartinê ya HDP’ê kir.
Bi îmzeya rêxistinên HDP’ê, broşûrên qelp ên ‘navtêdêr’ hatin belavkirin.