AKP-MHP'yiyan êrîşeke çekdarî bir li ser mala namzetê HDP’ê
Komeke AKP-MHP’yî, êrîşî mala namzetê HDP’ê yê Kocaeliyê Necmettîn Dogrûl kir.
Komeke AKP-MHP’yî, êrîşî mala namzetê HDP’ê yê Kocaeliyê Necmettîn Dogrûl kir.
AKP-Erdogan bê navber êrîşî HDP’ê dike. Di encama van êrîş û armanckirinan de komeke faşîst a AKP-MHP’yî êrîşeke çekdarî bir ser mala namzetê HDP’ê yê Kocaelî Necmettîn Dogrul a li navçeya Gebzeyê. Ji du seyareyan gule bi ser mala Dogrul de hat reşandin.
'ALÊN AKP BI SEYAREYÊN WAN VE DALIQANDÎ BÛN, NÎŞANEYÊN BOZKURT DIKIRIN'
Dogrul anî ziman ku êrîş danê şevê pêk hat û got: "Bi derengiyê şevê dengê çekan li ber derî hat. Min zêde guh nedayê. Piştre cara duyemîn dîsa dengê çekan hat. Ez derketim şaneşînê, lê nihêrî, çend kesên di seyarê de gule li malê direşandin. Alên AKP’ê bi seyarê ve aliqandî bûn. Piştre êrîşkaran nîşaneyên bozkurt kirin û ji wir dûr ketin. Em sibehê lê nihêrîn, gelek gule li malê ketibûn.”
'LI HEMBERÎ GULEYAN EM Ê BENDAN HILWEŞÎNIN!'
Dogrul anî ziman ku di kesayetiya wî de êrîş li ser HDP’ê hatiye kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev êrîş wê nekarin me bitirsînin. Em ê bi hilweşîna bendan bersivê bidin guleyên wan.”