ÎHD-TÎHV: Êrîş herî pir birin ser HDP’ê

ÎHD û TÎHV’ê bi raporekê diyar kirin ku di pêvajoya hilbijartinê de 100 êrîş birine ser HDP’ê. Di raporê de her wiha hate gotin li ser partiyên muxalefetê jî êrîş çêbûne û êşkence li ser HDP’yiyan hatiye kirin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) li ser binpêkirinên pêvajoya hilbijartinê rapora xwe bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihandin. Di daxuyaniya çapemeniyê de Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci û endamên Desteya Rêveber ên ÎHD’ê hazir bûn.

'SOYLU GEFÊ LI EWLEHIYA HILBIJARTINÊ DIXWE'

Turkdogan li ser rûdana li Pirsûsê ku çekdarên AKP’ê êrîş biribûn ser hilbijêrên HDP’ê û di encamê de 4 kes hatibûn kuştin, helwesta Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylu bi bîr xist û got, "Helwesta Soylu mirov dibehitîne. Weke milîtanê partiyekê tevdigere, çi kesê ku ne alîgirê wî ye ji wan re terorîst dibêje. Helbet bawerî wê bi wezîrekî wiha neye." Turdogan bi domdarî got, Soylu gefê li ewlehiya hilbijartinê dixwe û xwest ku Soylu îstîfa bike.

'DEWLETÊ KARÊ XWE NEKIRIYE'

Turkdogan bi bîr xist ku di navbera 26'ê Nîsanê û 20'ê Gulanê de gelek caran maf hatin binpêkirin û got, "Li gel ku hatiye diyarkirin ku di şertên Rewşa Awarte de, bi tevdîrên ewlehiyê ber bi hilbijartinê ve diçin jî, di êrîşên ser partiyên siyasî û nûneran de tiştek neguheriye. Peywirdarên kamûyê karê xwe nekirine."

HERÎ PIR ÊRÎŞ BIRIN SER HDP'Ê

Li gorî raporê bilançoya êrîşan:
HDP: 93 caran êrîş
ÎYÎ Partî: 12 caran êrîş
CHP: 12 caran êrîş
Partiya Saadetê: 8 caran êrîş
AKP: 2 caran êrîş
MHP: Ti êrîş neçûne ser

Li gorî raporê di êrîşan de bilançoya kuştî, lêxistinê û birîndaran wiha ye:

Riha/Pirsûs 4 kuştî (1 AKP, 3 HDP)
HDP: 49 derb û birîndarbûn
ÎYÎ Partî: 24 derb û birîndarbûn
Partiya Saadetê: 2 jê giran bi derb û birîndarbûn
CHP: 8 derb û birîndarbûn
AKP: 3 derb û birîndarbûn
Serbixwe: Li Izmîrê derb li Namzetê Serbixwe Denîz Arik Bînbay xistin. 

Li gorî raporê ji HDP’ê  26, ji Saadatê 2 kes êşkence û tehde dîtin. 33 HDP’yî dema ku hatin destgîrkirin êşkence û tehde li wan hate kirin.

DESTGÎRKIRIN Û GIRTIN

HDP: 361 destgîrkirin, 13 girtin
AKP: 9 destgîrkirin
MHP: 6 destgîrkirin, 2 girtî
Namzetê serbixwe Mahmût Konuk 11 destgîrkirin

QEDEXE

Li ser HDP’ê 17, li ser CHP’ê 2, li ser ÎYÎ Partî 2 caran biryara qedexeya mîtîng û xwepêşdanan hate standin.