Tirkiyeyê îxracata xwe ya çekan 170 ji sedî zêde kir

Li gorî raporeke global a Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Stockholmê (SIPRI), Tirkiyeyê îxracata xwe ya çekan 170 ji sedî zêde kiriye.

Desthilatdariya li Tirkiyeyê ji aliyekî ve gel di bin krîzeke giran a aborî de dihêle, li aliyê din pereyekî zêde dide çekan.

SIPRI di rapora xwe de cih da asta transfera çekan a li dinyayê. Di raporê de hate ragihandin, li gorî salên 2009-2013'an rêjeya transfera çekan a li gelemperiya dinyayê di navbera salên 2014-2018'an 7,8 ji sedî zêde bûye.

Di mijara îxracata çekan de şampiyonên salên navbera 2014-2018'an wiha ne: DYE, Rûsya, Fransa, Elmanya û Çîn. Tirkiyeyê jî bi rêjeya 170 ji sedî zêde kir û di lîsteyê de cihê xwe di rêza 14'an de girt. Welatên ku Tirkiyeyê herî zêde çek firotiye wan; bi rêjeya 30 ji sedî Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, bi rêjeya 23 ji sedî Tirkmenîstan û bi rêjeya 10 ji sedî Erebîstana Siûdî ye.

Pênc welatên ku herî zêde çek kirîne jî; Erebîstana Siûdî, Hindistan, Misir, Awûstralya û Cezayîr in. Tirkiyeyê li gorî dema berî wê di navbera salên 2014-2018'an de bi rêjeya 21 ji sedî kêmtir çek kiriye.

Di mijara transfera çekan a global de di navbera salên 2014-2018'an de li gorî dema beriya wê, transfera çekan ji bo Rojhilata Navîn 87 ji sedî zêde bû. Li gorî raporê, DYE'yê 52 ji sedî ya temamiya îxracata xwe ya çekan li Rojhilata Navîn kiriye.