Tirkiyeyê bersivên sosret da Neteweyên Yekbûyî
Mîsyona Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekbûyî bersivên sosret da rapora azadiya fikr û ramanê ya Neteweyên Yekbûyî.
Mîsyona Tirkiyeyê ya Neteweyên Yekbûyî bersivên sosret da rapora azadiya fikr û ramanê ya Neteweyên Yekbûyî.
Raportorê Taybet ê Azadiya Fikr û Ramanê yê Neteweyê Yekbûyî Davîd Kaye piştî serdana xwe ya di 14-18’ê Sermaweza 2016’an de, raporek ji bo Rûniştên Mafên Mirovan ên NY amade kiribû. Kaye di rapora xwe de ya ku ji 21 rûpelan pêk tê, cih dabû rexneyên tund ên li ser Tirkiyeyê.
Li hemberî rapora Kaye Mîsyona Tirkiyeyê ya NY jî ji bo bersiva rapora Kaye raporek amade kir.
LI TIRKIYEYÊ AZADIYA FIKRÊ TÊ PARASTIN…
Li hemberî rapora Kaye hatiye gotin: “Rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedarên ku hatine girtin, ji ber endamtiya wan a li rêxistinên terorê hatine girtin.”
SED HEZAR KESÊN KU HATINE MEXDÛRKIRIN TERORÎST IN!
Li hemberî rapora Kaye Mîsyonê destnîşan kiriye ku ev biryarnameyên ku di encama wê de bi sed hezar mirov hatine mexdûrkirin, ji bo li hemberî terorê hatiye kirin û kesên ku mexdûr bûne wekî terorîst hatine destnîşankirin.
ROJNAMEVAN JÎ ENDAMÊN RÊXISTINÊ NE!
Li gorî rapora Mîsyonê hemû rojnamevanên hatine girtin, “endamên rêxistinê ne û derbarê wan îddîayên cîddî hene.”
BERSIVA ‘HDP’Ê
Kaye di rapora xwe de destnîşan kiriye ku HDP partiya mûxalefetê ya sereke ye lê mîsyonê bersiv da vê gotinê jî û diyar kiriye ku “Li Tirkiyeyê partiya mûxalefeta sereke ne HDP ye, CHP ye” û destnîşan kiriye ku li ser HDP’ê tu pêkutî tune.