Tirkiye û Kurdistan ji Newrozê re amade ne

Li bajarên Tirkiye û Kurdistanê ji bo tevlêbûna Newrozê ya bi giyanê Efrînê yê berxwedanê bang hatin kirin.

Ji malbatên kesên ku hatine qetilkirin heta siyasetmedaran her kesî banga tevlêbûna Newrozê kirin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê ew ê Newroz di 21’ê Adarê de li Qada Gündoğduyê were pîrozkirin.

Hevseroka DBP’ê ya bajêr a Îzmîrê Melis Akgül got ku, “Rêhevalên Rehşanan heta Arînan û heta Avesta Xabûr a ku li Efrînê şehîd ket, em bi giyanê berxwedanê yên hevalên xwe yên jin bang dikin ku em agirê Newrozê vêxin û berxwedanê geştir bikin.”

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê ji bo banga Newroza di 21’ê Adarê de li avahiya Nûneriya Herêma Egeyê ya DİSK’ê civîneke çapemeniyê li dar xistin û ji bo Newrozê bang kirin.

STENBOL

Li Stenbolê jî ew ê Newroz di 21’ê Adarê de li Bazara Gel a Bakırköyê bi slogana ‘Newroz berxwedan e, li hemberî faşîzmê bihara gelan e’ were pîrozkirin. Ji bo Newrozê ji her aliyan bangên tevlêbûnê tê kirin. Endamê Eğitim-Senê yê ku bi Biryarnameyên di hukmê Qanûnan de hatiye îxrackirin İlhan Koyu diyar kir ku Newroz li hemberî neheqî û bêhiqûqiyê serhildanek e.

Serokê Komîteya Amadekar ê Newroz Stenbolê Ali Rıza Bilgili jî got, “Newroza 2018’an serhildan e. Ev Newroz li hemberî kuştinê serhildana jiyanê ye.”

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê malbatên kesên ku di bodrumên Cizîrê de hatin qetilkirin ji bo tevlêbûnê bang kirin.

Diya Mehmet Tunçê ku dema Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê bû hatibû qetilkirin Esmer Tunç got ku, “Newroza gelê Kurd pîroz be. Divê di roja Newrozê de tu kes li mala xwe nesekine û bi coşeke mezin berê xwe bide qadên Newrozê.”  Tunç diyar kir ku ew ji Cizîrê silavan ji berxwedêrên Efrînê re dişîne.

Endamên Komîteya Amadekar ê Newroza Cizîrê Hevserokê bajêr ê Şirnexê yê DBP’ê Yakup Barkın, endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Özlem Kutlu û endamê Meclîsa Partiyê yê HDP’ê Resul Sadak jî banga tevlêbûna Newrozê kirin.

WAN

Li Wanê jî Cahide Ölmez a ku bûbû şahida Newroza sala 2008’an de ya ku polîsan êrîş kiribû jî got ku, “Newroz agir û ronahiya cîhanê ye. Kes nikare wê bitefîne.” Hatice Aslan a ku wê salê bi cilên xwe agirê Newrozê vêxistibû jî got ku, “Em ê dîsa biçin em ê dîsa pîroz bikin.”

DERSIM

Gelê Dersimê ji bo xwedîlêderketina berxwedana gelê Efrînê banga tevlêbûna Newrozê kirin û gotin, “Newroza îsal wê li hemberî qirkirinê bibe roja serhildan û têkoşînê.”

Li Dersimê ew ê Newroz di 21’ê Adarê de li Qada Seyit Rıza were pîroz kirin.

ÊLIH

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajarê Êlihê têkildarî bernameya Newrozê bi endamên çapemeniyê re hatin ba hev. Hevserokê HDP’ê Nizamettin Toğuç têkildarî pîrozbahiya Newrozê ya roja Çarşemê ku tê payîn bi hezaran kes beşdar bibe ev agahî da; “Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê hemû xebatên me bi dawî bû. Heta seatên dawî em ê belavokan belav bikin û gel vexwînin pîrozbahiyê.”

Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî wiha got; “Di Newrozê de em ê dakevin qadan û em ê nîşan bidin ku Efrîn ne bi tenê ye.”

Pîrozbahiya Newrozê ya li Êlihê roja Çarşemê (21’ê Adar) li Qada Newrozê ya li cem Otogara Nû ya Êlihê wê were kirin. Parlameneterên HPD’ê Sibel Yiğitalp û Kadri Yıldırım weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bibin. Hunermend Erdoğan Emîr û hunermendên xwecihî yên herêmê wê stranên xwe bistrênin.

ENQERE

Hêzên Demokrasî û Kedê ya Enqereyê, Konfederasyona Sendîkaya Karker Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) li Nûnertiya Herêma Enqereyê daxuyaniyek da çapemeniyê û banga tevlîbûnê li pîrozbahiya Newrozê kir ya ku roja Çarşemê (21’ê Adar) li Navenda Kolejê were lidarxistin.

EDENE

Hêzên Demokrasî û Kedê ya Edeneyê jî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Edeneyê daxuyanî da çapemeniyê û banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê kir ya ku di 21’ê Adarê de li Şanoya Mimar Sinan were lidarxistin kir. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl, parityên siyasî jî beşdarî civîna daxuyaniyê bûn.