Tirkiye û Îran ên di lîsteyê de ne piştgiriyeke xurt didin Qatarê

Qatar ku ji aliyê Erebîstana Siûdî, Misir, Bahreyn û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî ve dor lê hatiye girtin, ji Tirkiye û Îranê piştgiriyeke xurt girt.

Tirkiye û Îran weke du welatên yekser pêwendiya xwe bi krîza Qatarê re hene, balê dikişînin ser xwe. Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî bi rêya telefonê bi Emîrê Qatarê re axivî û jê re got, ku ew dorpêçiyê red dikin û dixwazin têkiliyên xwe yên bi Qatarê re xurtir bikin.

Rûhanî got, "Tehran bi gel û hikumeta Qatarê re ye" û wiha dewam kir: "Alîkariya ji bo aboriya Qatarê, bi taybetî xurtkirina têkiliyên di sektora taybet a herdu welatan de, dikare bibe armanca hevpar."

Rûhanî, Qatar weke welatê bira û cîran bi nav kir û anî ziman, rêyên hewayî, deryayî û bejahî yên Îranê li Qatarê vekirî ne.

Tê gotin, Îranê ji roja ragihandina dorpêçiya li ser Qatarê û vir ve, 1100 ton fêkî û zebze şandiye Qatarê.

Parêzvanekî din ê Qatarê, Tirkiye ye. Ji Tirkiyeyê jî daxuyaniyeke nû hat. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan nerazîbûn nîşanî lîsteya ji 13 xalan a ji Qatarê re hatiye ragihandin, da.

Erdogan got, "Beriya her tiştî, em helwesta Qatarê ya li hemberî 13 xalan, weke Tirkiyeyê hem teqdîr dikin, hem jî dipejirînin. Em diecibînin û vê nêzîkatiya 13 xalan li dijî hiqûqa navneteweyî dibînin."

Di lîsteya ji Qatarê re hate ragihandin de tê xwestin, baregeha leşkerî ya Tirk were girtin. Erdogan got, "Vegerek niha di rojevê de nîne û daxwaza vekişandina leşkeran ji Tirkiyeyê, mixabin bêhurmetiya li Tirkiyeyê ye."

Erebîstana Siûdî, Misir, Bahreyn û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, di 5'ê Hezîranê de biryar dan têkiliyên xwe yên bi Qatarê re bibirin. Her çar welatên navborî, Qatarê bi 'desteka ji bo rêxistinên terorîst' sûcdar dikin.

Piştî vê helwesta çar welatan a li dijî Qatarê, welatên Yemen, Maldîvan û hikumeta li rojhilatê Lîbyayê jî tevlî vê helwestê bû bûn.

Di lîsteya ji 13 xalan de ku pêşkêşî Qatarê hate kirin, tê xwestin; baregeha leşkerî ya Tirk a li vî welatî were girtin, Qatar têkiliyên xwe yên bi Îranê re qels bike, saziya medyayê El Cezîre bigire, desteka xwe ya ji bo Hamas, Hîzbûllah, El Nûsra, El Qaîde û DAIŞ'ê bibire.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Rex Tîllerson roja Yekşemê daxuyaniyek da û bang li Qatarê û çar welatên ambargo danîne ser kir, ku li hemberî hev gotinên nerm bi kar bînin.

Krîza Qatarê, piştî serdana Serokê DYA Donald Trûmp a li Erebîstana Siûdî dest pê kiribû.