Ji sala 2011'an û vir ve zêdeyî 6 mîlyon mirovên ji Sûriyeyê penaber bûne. Piştî Sûriyeyê, Afganîstan û Somalî tên. Çavkaniyên din ên penaberan jî Sûdan a Başûr, Sûdan, Komara Kongo ya Demokratîk, Afrîka Navîn, Myanmar, Erître û Kolombiya ne.
86 ji sedî ya nifûsa penaberan, li welatên bi pêş dikevin bi cih bûne. Tirkiye jî tevî Pakîstan û Lubnan yek ji welatên ku herî zêde penaber lê ne.
Welatên ku herî zêde serlêdana penaberiyê li wan tê kirin jî Elmanya, welatên Skandînavya, welatên din ên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ye.
Di hiqûqa navneteweyî de têgînên penaber (refugee), xwelêgir (asylumseeker) û koçber (immigrant) tên bikaranîn. Li Tirkiyeyê, ji bilî penaberên ji Ewropayê hatine, mafê penaberiyê ji kesî re nayê dayin.
Welatên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê ne, di statuya 'parastina demkî' de ne. Ji ber vê yekê jî, nikarin weke şexs serlêdanê ji bo statuya penaberiyê ya bi şert bikin.
PARLAMENTERA WANÊ NIRXAND
Wan, bajarekî Bakurê kurdistanê yek koçberiyeke zêde ya di ser Îranê re lê tê kirin û hewl tê dayin bi demografiya wê bê lîstin. Tevî vê yekê ofîsa herêmê ya Ofîsa Tirkiyeyê ya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) lê ye. Parlamentera Wanê ya HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan, bi nasnameya xwe ya hiqûqnasiyê, bi salan li ser vê mijarê xebitî. Ozgokçe Ertan ku li Weqfa Penaberan a Wanê wezîfe kir, niha li Meclîsa Tirkiyeyê vê mijarê dixe rojevê.
Parlamentera Wanê ya HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan, bi wesîleya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê ji ANF'ê re axivî.
Parlamentera Wanê diyar kir, ti kes bi dilê xwe ji mal, ax, bîranîn, cih û warên xwe dernakevin, ji ber şert û mercên dijwar ji neçarî derdikevin û bal kişand ser îhtiraza cografî ya ku Tirkiyeyê li Peymana Cenevreyê kiriye. Ertan got, "Mijara statuyê gelekî girîng e. Welatiyên Sûriyeyê, ku ji sala 2011'an û pê ve hatin Tirkiyeyê, ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve weke mêvan tên dîtin. Ji ber ku weke mêvan tên dîtin, nikarin ji prosedura parastinê sûdê werbigirin. Nikare serî li prosedura xwelêgirtinê bidin. Ji ber vê yekê jî nikarin ji ti mafê civakî sûdê werbigire."
JÊ RE DIBÊJIN 'MÊVAN' Û MAFÊN WAN NADIN WAN
Ozgokçe Ertan destnîşan kir, du pîvanên bingehîn; 'vegerandin û deriyê vekirî' tên binpê kirin û bibîr xist, ku li ser sînor bi dehan kes hatine kuştin û dîwar li ser sînor hatiye lêkirin. Ertan diyar kir, lêkirina dîwar li ser sînor asta dijminatiya li Kurdan nîşan dide û got, "Tevî ku li hiqûqa penaberiyê nayê, her wiha dikare rê li ber pirsgirêkên çandî, civakî veke. Ev yek binpêkirina mafê jiyanê û jinedîtî hatina mafê însanî ye. Dema ku me ev xistin rojeva meclîsê, weke meseleyeke teknîkî nîşan dan."
ÎDÎAYÊN LI SER DESTAVÊTINA LI KAMPAN
Ertan bal kişand ser şert û mercên giran ên kampên penaber lê dijîn û got, "Mercên jiyanê yên li kampan di asta tirsnakiyê de ne. Li van kampan her wiha navendên vegerandinê hene û bûyerên li wê derê diqewimin, ne kêmî binpêkirina mafên mirovan e."
Li gel pirsgirêka hîjyenê Ozgokçe Ertan işaret bi îdîayên li ser destavêtin û destdirêjiyê kir û wiha dewam kir: "Agahiyeke zelal nîne bê li wan kaman kî dijî. Ji ber ku deriyê van kampan hem li sivîlan, hem jî li parlamenteran girtî ne. Saziyên ku kontrol dikin jî ne pêkan e ku raporên xwe eşkere bikin. Beriya niha Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel hatibû kampekê û piştî vegeriya, derkete holê ku li kampa navborî destavêtin li zêdeyî 30 zarokan hatiye kirin. Ev pirsgirêkeke giran e. Em nizanin bê niha li wan kampan çi diqewimin.Ji bo neyên dersînorkirin, mirovên li wir dijîn tiştên bi serê wan ve tên ji derve re ranagihînin. Navendên vegerandinê yek ji van e. Lê belê ji serlêdanên tên kirin, ya jî ji qîrîna mirovên li wê derê em fêhm dikin, ku pêwîstiya wir bi kontrolê heye. Heta ku ji kontrola sivîl re neyê vekirin, gumana li ser hikumetê wê dewam bike."
HIKUMETA TIRKIYEYÊ BI ÇAVEKÎ ÎNSANÎ LÊ NANERE
Parlamentera Wanê ya HDP'ê Ertan anî ziman, hikumeta Tirk ne bi rengekî însanî, lê bi awayî siyasî nêzî mijarê dibe û wiha dewam kir: "Mîna amûrekê bi kar tîne. Ya di şer de bi kar tîne, ya weke amûreke ji bo dîzaynkirina rewşa navxweyî bi kar tîne, ya jî weke şantajeke siyasî bi kar tîne."
Parlamenter Ertan destnîşan kir, pirsgirêka koçberiyê ya biyaniyan an jî penaberî, meseleyeke di ser navneteweyî re ye ku bi zext, gef û şantajê çareser nabe. Ertan got, "Rojekê her kes dikare bibe penaber. Tevî ku em naxwazin jî, ji ber polîtîkayên tên meşandin dibe ku em ji mecbûrî ji cih û warên xwe bibin. Mirov xeniqîna li nava deryayê jî didin pêş çavên xwe. Ya rast, naxwazin li Tirkiyeyê bimînin. Şert û mercên li Tirkiyeyê ewqasî nebaş e, ku mirinê jî didin ber çavên xwe û dixwazin ji vir biçin."
BILA ŞER Û KOÇBERÎ NEBE
Parlamentera Wanê ya HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan got, divê dewlet polîtîkayên ku rê li ber penaberiyê venakin bixin meriyetê û wiha dewam kir: "Li ser rêya koçberiya ji neçarî mirov dimirin. Bi taybetî jin û zarok tî, birçî dimînin û destavêtin, destdirêjî li wan tê kirin. Ev rewşeke tirsnak e. Li cihê ku xwe lê dikirin, helwestên neyînî li wan tên kirin. Dibe ku pirsgirêka koçberiyê ya ji ber mercên şer nikaribe bi temamî ji holê bê rakirin, lê belê bi pêşniyarên demkî yên çareseriyê re dikare bê çareserkirin. Divê bi giranî polîtîkayên rê li ber şer û koçberiyê venakin, bên meşandin."