'Tirkiye nikare barê sûcê qirkirinê hilgire'

'Tirkiye nikare barê sûcê qirkirinê hilgire'

Bi hatina sala 100. a qirkirinê de, hewldanên Asûrî-Suryaniyên li Swêdê dijîn ên ji bo naskirina qirkirinê, zêde bûn. Rêxistinen Asûrî-Suryanî li hev kom bûn, kar û barên divê di salvegera 100. de bên kirin plan kirin û parlamenterên Asûrî-Suryanî jî, mijarê tînin rojeva Parlamenta Swêdê.

Piştî pêşniyara Wezîra berê ya Yekîtiya Ewropa û Demokrasiyê Bîrgîtta Ohlsson û Parlamenterê Partiya Gel Robert Hannah a ji bo qurbaniyên qirkirinê, li parlamentê merasîmek were lidarxistin û pêşangeha Seyfo ya salekê vekirî be bê vekirin, Parlamenterê Xiristiyanên Demokrat Robert Halef jî ji bo konferanseke qirkirinê bê lidarxistin, ji parlamentê xwest biryarê werbigire.

Di pêşniyarnameya bi sernavê" Konferansa; rawestandina qirkirin û êrîşan û di heman demê de pêşvebirina azadiya bawerî û xweşbîniyê" de Halef diyar kir, ku her çend di ser qirkirinê re 100 sal derbas bûne jî çeteyên DAIŞ'ê li Iraq û Sûriyeyê Asûrî-Suryanî û Êzidiyan qir dikin.

DIVÊ YÊN SÛCÊ QIRKIRINÊ KIRINE BÊN DARIZANDIN

Halef bal kişand ser bîranîna qirkirina 1915'an di salvegera 100. de û anî ziman ku divê sûcên qirkirin, xalîkirina etnîkî û sûcên li hemberî gelan ji dem û cihê lê qewimîne, cuda neyên nirxandin. Halef got, "Lîderên di roja îro de sûcên qirkirinê dikin, divê li Dadgehên Sûc ên Navneteweyî bên darizandin."

Halef da xuyakirin ku konferansa bê lidarxistin wê tevkariyê li astengkirina qirkirinên nû bigire, pêşî li xweşbîniyê veke û xwest, bi rêya saziya dewletê ya bi navê 'Forma dîroka tê jiyîn' ve di sala 2015'an de konferanseke qirkirinê were lidarxistin.

Serokê Giştî yê Navenda Lêkolînên Qirkirinê (Seyfo Center) Sabrî Atman jî diyar kir ku bi wesîleya 100. salvegera qirkirinê, wan xebatên xwe yên ji bo avakirina bîrdariyan zêde kirine û anî ziman ku amadekaiyên wan hene, li welatekî Ewropayê yê nav neda, bîrdariyeke Seyfo vekin.

Atman da zanîn ku di serî de li Elmanya, Fransa, Yewnanîstan, Amerîka, Qanada û Awûstûralyayê wê li gelek welatan meş, mîtîng û konferansan lidar bixin û destnîşan kir ku hejmara welatên Seyfoyê qebûl dikin, wê zêde bibe.

DIVÊ PEYKERÊN TALAT PAŞA, CEMAL PAŞA Û TOPAL OSMAN BÊN HILWEŞANDIN

Atman bibîr xist ku wan gelek caran anîne ziman ku dewleta Tirkiye nikare barekî giran ê mîna sûcê qirkirinê her hilgire û got, "Tirkiye bi hilgirtina vî barî re nikare ber bi pêşerojê ve bimeşe. Neviyên qurbaniyên qirkirinê her sal li welatekî cîhanê peykerekî nû yê qirkirinê çê dikin û bi welatekî re rastiya qirkirinê didin pejirandin. Heta ku Tirkiye qirkirinê qebûl bike û bi dîroka xwe re rû bi rû bimîne, ev hewldana me wê dewam bike. Divê peykerên Talat Paşa, Cemal Paşa û Topal Osman ên li Tirkiyeyê bên hilweşandin, li şûna wan peyker û bîrdariyên nû werin çêkirin. Pêwîste navê rê û kolanan bi navê kesayetên giranbuha yên bûne qurbaniyên qirkirinê, were guhertin. Hesabdayîn û rûbirûbûn bi vî rengî dibe. Di rewşeke berevajî de demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çîrok e."