Tirkiye li NY’ê çeteyên DAÎŞ'ê parast, PYD sûcdar kir

Nûnerê Tirkiye yê YE’yê Mehmet Ferden Çarikçi, di rûniştina Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî yên li ser qirkirina Êzidiyan de axivî, li hember hovîtiya DAIŞ’ê bêdeng bû, YPG û PYD sûcdar kir.

Îro di rûniştina 32. a bi mijara mafê mirovan a NY, rewşa Iraq û Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Di 32. Rûniştina Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya îro de rewşa Iraq û Sûriyeyê hate gotûbêjkirin. Di rûniştina îro de Serokê Lêpirsînê yê Sûriyeyê yê Mafê Mirovan yê NY Paûlo Sergîo Pînheîro mafê axaftinê girt, rapora ku têkildarî mijara pêr a di Komîsyona Mafê Mirovan a YE’ê de li ser Kurdên Êzidî û êrîşên li ser Êzidiyan amade kiribû diyar kir ku weke rapora yekem girîng e ku ji 41 pelan pêk dihat, xwend. Pînheîro bi bîr xist ku DAIŞ’ê li Sûriyeyê û Iraqê Kurdên Êzidî qir kirin û sûcên cuda yên şer li ser dan meşandin, 400 hezar Kurdên Êzidî hatine qetilkirin, yan jî kolekirin yan jî rastî sûcên cuda cuda hatine û tinekirina wan hatiye xwestin. Pînheîro da zanîn ku qirkirin hê jî dewam dike, 3 hezar û 200 jin û zarokên Êzidî hê di destên DAIŞ’ê de ne, behsa mijara Dadgeha Cezayê Navneteweyî jî kir. Pînheîro bal kişand ser xala 2. a sûcê qirkirinê yê sala 1948’an a ji aliyê NY ve hatiye qebûlkirin, anî ziman ku li gorî vê qetlîama Êzidiyan li gorî vê xala dikeve kategoriya qirkirinê.

YPG’Ê BI HEZARAN ÊZIDÎ RIZGAR KIR

Pînheîro, ji bo rizgarkirina Êzidiyên di destê DAIŞ’ê de banga hewldanê kir, bi bîr xist ku di dema destpêkirina şerên li Şengalê de Pêşmergeyên PDK’ê herêm terikandin û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin herêmê û korîdorek vekirin û bi saya wan bi hezaran mirov hatin rizgarkirin.

TIRKIYE LI HEMBER HOVÎTIYA DAIŞ’Ê BÊDENG BÛ

Piştre jî berdevkên saziyên civaka sivîl û nûnerên dewletan mafê axaftinê girtin û daxwaz kirin ku qetlîama li ser Êzidiyan hatiye kirin weke qirikirin bê naskirin, gotin Sûdan, Emîriyên Yekîtiya Ereban û Tirkiye têkildarî qetlîaman ti tişt negotin.

Nûnerê Tirkiye yê NY’ê Mehmet Ferden Çarikçi yê ku di axaftina xwe de têkildarî qetlîamên DAIŞ’ê ti tişt negot û YPG’ê û PYD’ê weke ‘Rêxistinên Terorê’ da nîşandan, îdîa kir ku PYD û YPG sûcê dijmirovahiyê kirine, got hilweşandina li Sûriyeyê ne tenê ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve hatiye kirin.

SÛRİYE: REJÎMA ERDOGAN PIŞTGIRIYÊ DIDE TERORÎSTAN

Nûnerê Sûriyeyê yê NY Hûssam Edîl A’ala di axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye piştgiriyê dide komên terorîst, got: “Rejîma Erdogan piştgiriyê dide komên terorîst.”

LI HEMBERÎ ÊZIDIYAN SÛCÊ QIRKIRINÊ TÊN KIRIN

Di rûniştinê de li ser navê Ûnîted Natîons Watch Saeed Valan Dakheel mafê axaftinê girt, diyar kir ku bi xwe jinekî Êzidî ye, wiha domand: “Li hember gelê me sûcê qirkirinê hatiye kirin. Divê weke qirkirinê bê bidestgirtin.” Dakheel anî ziman ku bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin û bi hezaran jinên Êzidî weke koleyan tên firotin, hê jî qirkirina li hemberî Êzidiyan dewam dike û hê jî di destê DAIŞ’ê de bi sedan jinên Êzidî weke kole tên ragirtin.

Piştre endama Komîsyona Lêpirsînê Carla Del Ponte jî mafê axaftinê girt, da zanîn ku ji bo lêpirsîna taybet a têkildarî qirkirinê çûye herêmê, anî ziman ku têkîldarî îspatkirina qirkirina Êzidiyan xwedî çavkaniyên bihêz in.