‘Tirkiye li Efrînê Peymana Cenevreyê bin pê dike’

Şaredariya Cenevreyê êrîşên dewleta Tirk a li dijî Efrînê şermezar kir û diyar kir ku Tirkiye di êrîşan de Peymana Cenevreyê bin pê dike.

Şaredariya Cenevreyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

‘SÎVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN’

‘Dewleta Tirk di êrîşan de sîvîl û kampên penaberan kir hedef û ev tişt tê wateya binpêkirina Peyaman Cenevreyê ya Navneteweyî. Ji ber şerê li Sûriyeyê gelek penaber hatin Efrînê û nifûsa Efrînê zêdetir bû. Ji 20’ê Çileya 2018’an û vir ve artêşa Tirk navçe û gundên Efrînê bomberdûman dike. Di van bomberdûmanan de nêzî 26 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane. Ev jî tê wateya binpêkirina Peymana Cenevreyê.

‘ÊRÎŞAN BIDE SEKINANDIN’

Em dixwazin êrîşên li dijî Efrînê werin sekinandin û Tirkiye li gorî Peymana Cenevreyê tevbigere.

Di heman demê de ji bo ku alîkariya mirovî bigihêje Efrînê divê hêzên navneteweyî têkevin nav hewldanan.